Li Kobanê zarokek hat qetilkirin û 2 zarok birîndar bûn
Dewleta Tirk a dagirker gundekî Sirînê bombebaran kir û di encamê de zarokek jiyana xwe ji dest da û 2 zarok jî birîndar bûn.
Dewleta Tirk a dagirker gundekî Sirînê bombebaran kir û di encamê de zarokek jiyana xwe ji dest da û 2 zarok jî birîndar bûn.
Balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker gundê Bîr Hiso yê başûrê Kobanê, gundê Gerraf ê bajaroka Sirînê û derdora Bendava Tişrînê bombe kirin.
Dewleta Tirk li gundê Gerrafê zarokê 13 salî Fewaz Mistefa Îbrahîm qetil kir. Birayên wî Ebdilnafih Mihemed Misto (9) û Ebdilrehîm Mihemed Misto (13) birîndar kirin.