ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehadeta endamekî xwe ragihand
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku endamekî wan dema li ser erka xwe bû, şehîd ket. -
Dagirker bi topan li gundên Şera û Şehbayê didin
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi topan li gundên Şera û Şehbayê didin. -
Li Til Rifetê bertek nîşanî dewleta Tirk ê zarokan dike armanc hat dayin
Şêniyên Til Rifetê dewleta Tirk ê zarokan dike armanc şermezarkirin û destnîşan kirin ku ewê destûr nedin planên dagirkeriyê pêk bê. -
Li Dêra Til Temirê ji bo şervanê Asûrî ayînek hat lidarxistin
Ji bo bîranîna şehîd Azad Asûrî, li Dêra Meryem El-Ezra ya navçeya Til Temir a Kantona Hesekê merasîmek hate lidarxistin. -
Artêşa Tirk bi topan li derdora Til Rifetê dide
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi topan li derdora Til Rifetê didin. -
Daxuyaniya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li ser êrîşa li gundê Koranê
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî li ser gundê Koran ê li ser Kobanê daxuyanî da û got: “Berpirsiyarê binpêkirin û êrişên dewleta Tirk ên li dijî sivîlan dewletên garantor e.” -
Ciwanên Kobanê: Em ê heta dawiyê li ser axa xwe bin
Ciwanên Kobanê diyar kirin ku dewleta Tirk bi rêya şerê taybet dixwaze ciwan dev ji axa xwe berdin û bang li ciwanan kirin ku li hemberî şerê taybet bisekinin. -
Dewleta Tirk a dagirker Şehbayê bombebaran dike
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi obusan êrîşî gundên Şêx Îsa û Medûnê yên Kantona Şehbayê kirin. -
Dagirkeran li ser sînorê Kobanê ciwanek qetil kirin
Leşkerên Tirk ên dagirker li ser sînorê gundê Koran ê Kobanê gule li ciwanekê reşandin, ciwanê ku di encama gulebaranê de birîndar bû piştî nîv saetê li nexweşxanê şehîd bû. -
Husên El Ferec li Tebqayê şehîd bû
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku endamê wan Husên Ewad El Ferec li Tebqayê di dema erka xwe pêk dianî şehîd bû. -
Gerîlayê HPG’ê Şehîd Delîl Welat li Amûdê hat bîranîn
Gerîlayê HPG’ê Delîl Welat ê di êrîşa artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûbû li Amûdê bi merasîmekê hat bibîranîn. -
Dewleta Tirk bi droneyê êrîş bir ser navenda Til Rifetê -HATE NÛKIRIN
Artêşa Tirk a dagirker bi droneyê êrîş bir ser navenda Til Rifetê. -
Dewleta Tirk a dagirker Til Rifatê bombebaran dike
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê navçeya Til Rifatê ya girêdayî Şehbayê bombebaran dike. -
Li Til Temirê welatiyek şehîd bû
Di êrîşa balafirên bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker ya li ser Til Temirê de welatiyek şehîd bû. -
Li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Qirkirina Êzidiyan hat bîranîn- NÛ BÛ
Li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya salvegera 8’emîn Qirkirina Êzidiyan, merasîmên bîranînê hatin lidarxistin. -
Cenazeyê şervanê QSD’ê Baran ber bi Silêmaniyê ve hat birêkirin
Cenazeyê şervanê QSD’ê Hebeş Banîşarî (Hîwa Baran) ku li Kobanê şehîd bûbû, li Dêrikê ji aliyê sedan kesî ve ber bi Silêmaniyê ve hat birêkirin. -
Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê: Li îradeya gelê Êzidî ya li Şengalê rêzê bigirin
"Wek Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê, banga me li kes û saziyên mafên mirovan û dewletên navneteweyî ye, ku li Şengalê bibin xwedî û rêzê ji îradeya gelê Êzidî ya li Şengalê re bigirin." -
Dewleta Tirk li Efrînê 4 kesên din revand
Îstîxbarata dewleta Tirk a dagirker li Efrînê 4 kesên din revand. -
Erdogan fermana Şengalê li ser Êzidiyên li Efrînê dewam dike
Dewleta Tirk a dagirker bi êrîş û kiryarên xwe yên derexlaqî û hovane, xelkê Êzidî yên li Efrînê direvîne, bi êşkenceyan qetil dike û carnan jî bi şertê fîdye standinê berdide û piştre gefan lê dixwe. -
Cenazeya Fehîme Reşo ya dewleta Tirk wê qetil kir hat veşartin
Fehîme Reşo ya di encama êrîşa dewleta Tirk a dagirker ya 26’ê Tîrmehê li ser Til Rifetê pêkanî bû de birîndar bûbû duh şehîd bû. Cenazeya Fehîme li navçeya Fafîn a girêdayî Kantona Şehbayê hat veşartin. -
Banga ‘Bila qada hewayî ya Rojava ji dewleta Tirk a dagirker re bê girtin’
Li bajarên Reqa, Heleb û Kobanê êrîşên dewleta Tirk a dagirker hatin protestokirin û banga bila saha hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji dewleta Tirk a dagirker re bê girtin hat kirin. -
Cenazeyê şervanê QSD’ê Dendeh Zexîre hat veşartin
Cenazeyê şervanê QSD’ê Dendeh Zexîre ku li Girê Spî şehîd bû, li Goristana Şedadê bi merasîmeke leşkerî hat veşartin. -
Rêveberiya Xweser ji ber banga wan a piştgiriyê spasiya parlamenterên Fransî kir
Hevserokatiya Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji ber banga wan a girtina qada hewayî ya herêmê û piştgirîdayîna welatiyên herêmê spasiya endamên Parlamentoya Fransayê kir. -
Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Îdîayên dewleta Tirk dûrî ji rastiyê ne
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand, îdîayên Rêxistina Îstîxbaratê ya Tirk ku digot, 'Li Hesekê operasyono kiriye' derew e. -
TEV-DEM'ê şehîdên Şengalê bi bîr anî
TEV-DEM'ê şehîdên Şengalê bi bîr anî û got, "Şervanên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê deriyên ruhê jinûve vejînê yên civaka Êzidî vekirin."