Ciwanên Kobanê: Em ê heta dawiyê li ser axa xwe bin

Ciwanên Kobanê diyar kirin ku dewleta Tirk bi rêya şerê taybet dixwaze ciwan dev ji axa xwe berdin û bang li ciwanan kirin ku li hemberî şerê taybet bisekinin.

Dewleta Tirk bi hemû rê û rêbazan şerê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Bi şerê taybetî dixwaze ciwanên Kurd axa xwe biterikînin û berê xwe bidin welatên li Ewropayê.

Têkîldarî mijarê ciwanên ji Kobane axivîn û diyar kirin ku ew ê li dijî êrîşên dewleta Tirk heta dawiyê li ser axa xwe bimînin û bang li ciwanan kirin ku xwedî li axa xwe derbikevin û vegerin welatê xwe.

Ciwana bi navê Zîn Ehmed da zanîn ku dewleta Tirk bi şerê taybet dixwaze ciwanan ji axa wan dûr bixe û got: “Dewleta Tirk dixwaze axa me vale bika û êrîş bibe ser. Ez li vir bang li her kesê dikim ku bila dev ji axa xwe bernedin û dîsa vegerin.”

Zîn Ehned bi dewamî got: “Ji bilî welatê me, welatekî din nabe para me. Kesên ku çûyîn nikarin li welatên din azad bijîn. Em wek ciwan heta dawiyê li ser axa xwe bimînin û em ê dev ji axa xwe bernedin.”

Rûken Temo Îbrahîm jî wiha anî ziman: “Ma ne Kurdistan bi destê dewletên Ewropayê hate parçekirin? Çima ciwanên me berê xwe didin welatên li Ewropayê? Ciwanên me yên xwedî karnameyên serketî li vir li xwaringehan kar dikin. Ez bang li ciwanan dikim ku bila xwedî li axa xwe derbikevin û berê xwe nedin welatên din.”