Di operasyona qirkirina siyasî de Hevşaredarê Peyasê Cengîz Dundar hat binçavkirin

Di operasyonên qirkirina siyasî yên li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de tevî Hevşaredarê Peyasê Cengîz Dundar û Seroka Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG) Roza Metîna gelek kes hatin binçavkirin.

Polîsên dewleta Tirk a dagirker îro danê sibehê li Amed, Stenbol, Mêrdîn û Şirnex jî di nav de li gelek bajaran bi ser malan de girtin. Polîsan bi ser malên Hevşaredarê Peyas a Amedê Cengîz Dundar, Seroka Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG) Roza Metîna û rojnamevan Ahmet Sunbul, derhêner Ardîn Dîren, mamosteyên Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) de girtin. Lêgerîna li malan didome.

ROJNAMEVAN HATIN BINÇAVKIRIN

Rojnamevan Erdogan Alayumat û Bîlge Aksu jî li Stenbolê hatin binçavkirin.

Di serdegirtinên malan ên li Êlihê de rojnamevan Mehmet Uçar hate binçavkirin.

MÊRDÎN

Di serdegirtinên malan ên li navçeya Artuklu ya Mêrdînê de Mehmet Şîmdî (40), Mehmet Şîmdî (22), Mehmet Nûr Şîmdî (22), Medîne Şîmdî (20) û Ronî Şîmdî (17) hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajar. Hat zanîn ku kesên behsa xeberê bi hinceta tevlibûna protestoyên li dijî qeyûm hatine binçavkirin.

ŞIRNEX

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê jî bi ser gelek malan de hate girtin û gelek kes hatin binçavkirin.

DERHEQÊ 50 KESAN DE BIRYARA BINÇAVKIRINÊ HENE

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bi daxuyaniyekê ragihand ku li 19 bajaran bi awayekî hemwext bi ser malan de hatiye girtin. Hat ragihandin ku ji bo 50 kesan biryara binçavkirinê hatiye dayin.