BI DÎMEN

Milîsên Delal Amed ên HBDH'ê: Me agir berdan 3 qemyon û depoyekê

Milîsên Delal Amed ên HBDH'ê diyar kirin ku di çarçoveya çalakiyên 'Silavkirina salvegera 46'an a serketinê' li navçeya Esenyûrt a Stenbolê agir berdan depoyeke şîrketa kargo ya MNG û 3 qemyonan.

Milîsên Delal Amed ên Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) ragihand ku di çarçoveya pêngava 'Silavkirina sala serketinê ya 46'an' li Stenbolê wan çalakî kirine.

Li gorî daxuyaniyê, di 25'ê Mijdarê de saet 00:30'î li taxa Selahattîn Eyyubî ya navçeya Esenyûrt a Stenbolê agir berdan depoya şîrketa kargo ya MNG û 3 qemyonan. Hate ragihandin ku depo bi temamî şewitî.