Li Til Rifetê bertek nîşanî dewleta Tirk ê zarokan dike armanc hat dayin

Şêniyên Til Rifetê dewleta Tirk ê zarokan dike armanc şermezarkirin û destnîşan kirin ku ewê destûr nedin planên dagirkeriyê pêk bê.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê doh bi balafireke bombekirî êrîşî navenda bajarê Til Rifetê kir, di encamê de 9 welatî birîndar bûn ku ji wan 6 zarok bûn. Rewşa zarokekî giran bû û ew rakirin nexweşxanyeke Helebê.

Bi dehan şênî, endamên Meclîsa Navçeya Til Rifet û nûnerên partiyên siyasî li qada Şehîdên Komkujiya Til Rifet kom bûn û wêneyên şehîdên komkujiya li Kantona Efrîn û Til Rifetê ya dewleta Tirk a dagirker 2’ê Kanûna 2019’an pêk anî û di encamê de 10 welatî şehîd bûn ku ji wan 8 zarok bûn, hilgirtin.

Hevserokê Meclîsa Navçeya Til Rifet Mihemed Henan daxuyanî da û got: “Piştî êrîşên li ser bajarê me Efrîn û komkujiyên dagirker ên li dijî zarok, jin û sivîlan, em koçberî Kantona Şehbayê bûn, lê li vir jî êrîşî me dike û komkujiyan pêk tîne. Di dirêjahiya 4 salên derbasbûyî de dewleta Tirk a dagirker gelek komkujî pêk anîn, ji wan komkujiya ku di encamê de 8 zarok û xityar tê de bûn qurban, piştre jî komkujiya Aqîbê ku malbatek ji 3 kesan bû qurban di nav de jî zarokek hebû. Her wiha li dijî Komîna 14’an jî komkujî pêk anî û di encamê de welatiyek ji koçberên Efrîn û du zarokên wê şehîd bûn. Beriya du hefteyan jî êrîşî zeviyekî kir, 5 jin birîndar bûn û zarokek şehîd bû. Duh êvarî jî artêşa Tirk a dagirker bi balafireke bêmirov kolana komkujî li dijî zarokan pêk anî, kir armanc 9 kes birîndar bûn ji wan 6 zarok in.”

Mihemed Henan di dewamê de anî ziman: “Dagirker û çeteyên wê hewl didin îradeya me lewaz bikin û me koçber bikin, ji ber vê yekê bi top û moşekan êrîşî me dikin. Li hemberî planên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, em şêniyên herêma Efrînê bi Kurd, Ereb û Tirkmenên xwe em bi xeta vebijêrka berxwedanê ya di çarçoveya şerê gel ê şoreşgerî ve girêdayî ne.''

Endama Rêveber a Kongra Star a Herêma Efrîn Elîf Şêx Mihemed bi zimanê Erebî axaftinek kir. Elîfê bêdengiya civaka navneteweyî û Rûsya yê garantor a li hemberî sûcên artêşa Tirk û çeteyên wê şermezar kir.

Elîf Şêx Mihemed anî ziman ku dagirker rasterast jinan dike hedef û axaftina xwe wiha domand: “Dewleta Tirk dizane ku Şoreşa Rojava li ser esasê azadiya jinan hatiye avakirin, ji ber vê yekê dewleta Tirk rasterast wan dike hedef da ku berxwedana wan lewaz bike. Heta rizgarkirina Efrînê em ê li berxwe bidin.”

Di daxuyaniyê de dirûşmeyên di çarçoveya silavkirina berxwedana Til Rifetê û dilsoziya bi şehîdan re hatin berzkirin.