Erdogan fermana Şengalê li ser Êzidiyên li Efrînê dewam dike

Dewleta Tirk a dagirker bi êrîş û kiryarên xwe yên derexlaqî û hovane, xelkê Êzidî yên li Efrînê direvîne, bi êşkenceyan qetil dike û carnan jî bi şertê fîdye standinê berdide û piştre gefan lê dixwe.

Hejmara Êzidiyên li Efrînê berî qeyrana ku li Sûriyeyê rû da nêzî 50 hezar kes bû, lê piştî tevlîheviya ku li Sûriyeyê û hemû Rojhilata Navîn çêbû, hejmara wan li Efrînê daket 35 hezarî.

Ew 35 hezar Êzidî  li Efrînê di sê herêman de “Herêma Şikak (navçeya Şera), herêma Lêlon (Navçeya Şêrewa) û herêma çiyayê Semanê” belav dibûn, her wiha di 23 gundên Efrînê de diman. Qestel Cindo, Elqîno, Baflon, Qitmê û Sînka ev her pênc gund bi herêma Şikak yan jî bi gundên navçeya Şera tên naskirin.

Her wiha weke Qîbar, Tirindê, Kîmarê, Endarê, Xeziwiyê, Birc Ebdalo, Basofanê, Gundê Mezin, Şadêrê, Îska û Beiyê ev gund bi gundên li herêma Çiyayê Lêlon an jî bi gundên navçeya Şêrewa tên naskirin.

Li kêleka wê Êzidî li gundên Feqîra, Ceqela Cûmê, Kefer Zîtê, Qijûma, Qîlê, Cindirêsê û Aşkê Şerqî (Rojhilat) belav dibûn. 

BERÎ ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

Hevseroka Yekîtiya Êzîdiyên Efrînê Eyîşe Sîdo di derbarê rewşa Êzîdiyên li Efrînê de ku berî şoreşa 19’ê Tîrmehê (Şoreşa Rojava) çawa bû, axivî û wiha got: “Em weke Êzîdiyên li Sûriyeyê dimînin gelek dewlet û hêz li ser me re derbas bû, lê bi yek carê ola Êzidî nehat naskirin. Weke hikûmeta Şamê jî heya nasnameya me weke kesên Misliman em dihatin nîşan dan, her wiha di lênoska malbatê de weke îslam em dihatin naskirin. Ger me bixwestiba em nasnameya xwe biguherînin û bibin Misliman, pêwîst bû bi sed hezaran pere me bidaba û dibe ku dîsa neguhertina heya di dibistanan de me nikarî bibêjin ku em Êzidî ne.”

‘CIVAKA ÊZIDÎ XWESTEKEK XWE YA AZADIYÊ HEBÛ’

Eyîşe Sîdo di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku dema şoreşa 19’ê Tîrmehê rû da civaka Êzidî bi şoreşê re herikî û wiha got: “Me dît ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê şoreşa azadiyê bû, em weke civaka Êzidî me xwe bi vê şoreşê ve girê da. Her wiha dema ku rêveberiya xweser li Efrînê hat ragihandin, weke Êzidî hebûneke me ya fermî di nava rêziknameya Rêveberiya Xweser de çêbû. Heta di hevpeymana civakî de di madeya 32’an de bi ola Êzidî û bi xelkê Êzidî hat îtîrafkirin ku xwe bi xweser bi rê ve bibe û her tiştekî xwe fermî bibe. Di encama vê yekê de me hemû pîrozbahî û cejnên xwe bi gelên derdorê xwe re parve dikir û xweseteke pêkhateyên din çêbû ku ola Êzidî fêr bibin.”

Hevseroka Yekîtiya Êzîdiyên Efrînê di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku yek ji armancên êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser herêma Efrînê ew bu ku hebûna gelê Êzidî tune bike û hemû pîrozbahiyên wê tune bike. 

KOMELEYA ÊZIDIYÊN EFRÎNÊ, VEGUHERANDIN NAVENDEK A JIBERKIRINA QURANÊ

Piştî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêma Efrînê û dagirkirina herêmê rewşa gelê Êzidî, li herêma Efrînê weke ku fermaneke din bi ser wan de çêbû. Her wiha piraniya goristanên wan hatin rûxandin û komeleya wan a bi navê Komeleya Êzîdiyên Efrînê veguherandin û kirin navendeke ji bo jiberkirina pirtûka Quran. Di heman demê de hejmara Êzîdiyên ku niha li Efrînê, 2000 e. 

‘HEMÛ CUREYÊN ÊŞKENCEYÊ LI MIN KIRIN’

Li ser vê mijarê welatiyeke Êzidî yê li Efrîna dagirkirî ku ji ber ewlehiyê xwe nedaye nasîn, anî ziman ku dema hemû gelê Efrînê koçber bû ew jî di nava wê karwanê de bû û wiha pêde çû: “Em demekê li gundên Şêrewa man. Piştî wê em vegerîn Efrînê, li wir ez rasterast neçûm mal ji ber hin malbatên Ereb di mala min de bûn. Ez li malek a xizmê xwe mam, piştî 2 mehan dema ku ev vegerîm, ez girtim. Hemû cureyên êşkencê li min kirin, li kêleka wê jî digotin dema tu berê li Efrînê te çi kar dikir?  Di dawiyê de me  hezar 300 dolar da û ez hatim berdan. Ji ber êşkenceya ku li ser min pêk dianîn, min nekarî tevbigerim. Piştî demekê min xwest di nav kolanên Efrînê de bimeşim, lê min dît ku bi tu awayî rengê Kurdîtiyê li Efrînê nemaye. Komeleya Êzîdiyên Efrînê ya li navenda bajarê Efrînê jî bi giştî hatiye rûxandin. 

Piştî demekê ez vedigerim gund ez dibînim ku hin kesên nediyar di mala min de ne, bi dayîna 500 dolarî ew kes ji malê min derketin,  di gundê me mizgeftek avakirine, ji bo ku xelkê gund fêrî ola îslamê bikin. Bi darê zorê xwestin zarokê min bibin wê mizgeftê, lê ez li hemberî wan sekinîm, di dawiyê dîsa ez hatim girtin û gef li min xwarin ku eger ez zarokên xwe nebim wê mizgeftê ne diyar e wê çi bi ser me de were.”

‘ÇETEYÊN DEWLETA TIRK A DAGIRKER KÊLÊN GORÊN ÊZIDIYAN XIRA DIKIN’

Welatiya Êzidî destnîşan kir ku çeteyan hemû goristanên Êzidiyan rûxandin, ji ber vê yekê di cejna Êzîdiyan de ew nikarin biçin serdana gorên xizmên xwe. Piştre ragihand ku li şûna Komeleya Êzîdiyên Efrînê avahî avakirine ku bûye navenda fêrbûna ola Îslamê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Çawa ku çeteyên DAÎŞ’ê kêlên gorên Êzidiyan xira dikirin, çeteyên dewleta Tirk a dagirker jî heman tiştê li ser gorên Êzidiyên li Efrînê dike.