Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehadeta endamekî xwe ragihand

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku endamekî wan dema li ser erka xwe bû, şehîd ket.

Navenda Giştî ya Ragihandina Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir ku şervanê wan Dara Silêman El-Meo ê ji herêma Cizîrê, di 4’ê Tebaxê de dema li ser erka xwe bû, şehîd ketiye.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn sersaxî ji malbata Şehîd Dara re xwest û soza şopandina rêya şehîdan dubare kir.

Nasnameya şehîd wiha ye:

Navê şehîd: Dara El-Meo

Navê bav: Silêman

Navê dayîkê: Atiye

Cih û dîroka tevlîbûnê: Qamişlo, 10.05.2015

Cih û dîroka şehadetê: Qamişlo, 04.08.2022