Gerîlayê HPG’ê Şehîd Delîl Welat li Amûdê hat bîranîn

Gerîlayê HPG’ê Delîl Welat ê di êrîşa artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûbû li Amûdê bi merasîmekê hat bibîranîn.

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Amûdê ya Kantona Qamişlo ji bo gerîlayê HPG’ê Delîl Welat li pêş mala wî ya li navçeyê merasîmek lidar xist.

Di merasîmê de bi sedan şêniyên Qamişlo, nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê amade bûn.

Di merasîmê de endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Amûdê Ziyor Mihemed sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: “Keç û xortên me şerê dijminê gelan kir, ne tenê şerê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê kir. Ji bo rizgariya gelê Kurdistanê berê xwe dan eniyên şer û tevlê şoreşê bûn.”

JI BO JIYANA AZAD TÊDIKOŞIN

Mihemed axaftina xwe wiha domand: “Ruxmî dewleta Tirk a dagirker tevahî çekên giran û qedexe bi kar tîne, lê lehengên me di têkoşîn û berxwedanê de heta gihaştin şehadetê jî li berxwe dan. Mîna şehîd Delîl Welat. Îro jî bi hezaran şervanên me têkoşînê bilind dikin da ku em azad bijîn. Bila her kes bizane ku hêza gelê Kurd, têkoşîn û berxwedana wê ya di hundirê girtîgehan de jî, ji fikirên Rêber Abdullah Ocalan çavkaniya xwe digire. Em bawer in ku tevahî hêzên me bi hemû pêkhateyên xwe wê bi ser bikevin û wê Kurdistana azad ava bikin. Em Meclîsa Malbatên Şehîdan wê têkoşîna xwe li ser vî esasî bilind bikin.”

Endama Meclîsa Partiya Sûriya Pêşerojê Şîlan Ehmed jî şehîdên azadiyê bi bîr anîn û destnîşan kir: “Têrê nake ku em bêjin em li ser şopa şehîdan in, lê çawaniya şopandinê jî di têkoşînê de girîng e. Hêzên me yên leşkerî bûn piştevanê avakirina vê şoreşê û şehîd Delîl Welat jî yek ji damezirînerê vê şoreşê bû.”

Şîlan Ehmed wiha pêde çû: “Dewleta Tirk a dagirker bi awayekî hovane êrîşî Bakurê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Bi hezaran keç û xortên me bersivê didin van êrîşên bêexlaqî. Ji lewre divê em piştgiriya xwe ji bo vê têkoşînê geştir bikin.”

Şîlan Ehmed bang li gel kir ku têkoşînê bilind bikin û li hember êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmê bisekinin.

Di dawiya merasîmê de nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.