ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Artêşa Tirk bi topan li gundê Mişêrfê yê Zirganê dide
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi topan li gundê Mişêrfê yê Zirganê didin. -
Dewleta Tirk Şehba û Til Rifet bombe kir
Dewleta Tirk a dagirker gundên Kantona Şehbayê û derdora Til Rifetê bombe kir. -
Şehîdê QSD’ê Bozan Ciwan bi girseyî hat veşartin
Şehîdê QSD’ê Bozan Ciwan, ji aliyê bi sedan kesan ve li Şehîdgeha Şehîd Xebat Dêrik hat veşartin. -
QSD’ê nasnameya 3 şehîdan aşkere kir
QSD’ê nasnameya 3 şervanên xwe ku di bersivdana êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Girê Spî û Eyn Îsayê de şehîd bûbûn, aşkere kirin. -
HRE: 14 dagirker hatin kuştin, 10 dagirker jî birîndar bûn
Hêzên Rizgariya Efrînê diyar kir wan li dijî hêzên dewleta Tirk a dagirker hin rêzeçalakî kirine û di van çalakiyan de 14 dagirker hatine kuştin û 10 dagirker jî birîndar bûne. -
Li Eyn Îsayê di êrîşa SÎHA'yê de 4 endamên Ewlekariya Hundirîn şehîd bûn
Hat ragihandin ku li Eyn Îsayê di êrîşa dewleta Tirk a bi balafirên bêmirov a bi çek de 4 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bûne. -
Dewleta Tirk li Eyn Îsayê êrîşî wesayîtekê kir
Balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker li nêzî kampa koçberan a Girê Spî wesayîtek bombebaran kir. -
Koçer: Em ê bi hêza xwe li ber xwe bidin
Alîkarê Hevserokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hesen Koçer got “Vê carê wê şerê me yê li dijî dewleta Tirk cihê be. Em nikarin baweriya xwe bi hêzên din bînin, divê em bi hêza xwe li ber xwe bidin.” -
Şehîdên Komkujiya Qamişlo hatin bîranîn
Yên ku sala 2016’an ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve li Qamişlo hatibûn qetilkirin, hatin bîranîn. -
Gundê Xirnata tê bombekirin
Dewleta Tirk a dagirker gundê Xirnata ya Şehbayê bombe dike. -
El Xidir ê li Eyn Îsayê birîndar bû, şehîd bû
Ehmed El Xidir ê roja Sêşemê di topbarana dewleta Tirk a dagirker de birîndar bûbû, şehîd bû. -
Şehîdên Qamişlo, Til Hasil û Til Eranê hatin bibîranîn
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, şehîdên Komkumiya Qamişlo, Til Hasil û Til Eranê bi bîr anîn û soz da gelê herêmê ku wê ji bo rizgarkirina herêmên di destê dagirkeriyê de û hilanîna tolê, şer bikin. -
Cebhet El-Ekrad: Em ê dagirkeriya dewleta Tirk têk bibin
Cebhet El-Ekradê cangoriyên qetlîama Til Hasil û Til Eranê bi bîr anî û got “Em ê li ser axa xwe dagirkeriya dewleta Tirk têk bibin.” -
Li Minbicê di dema xebatên kolandinê de goreke komî hat dîtin
Li Minbicê di dema ku xebatên kolandina kanalîzasyonê de goreke komî hat dîtin. -
Li Kobanê cenazeyê du cangoriyên azadiyê hatin veşartin
Cenazeyê du cangoriyên azadiyê li Goristana Şehîd Dîcle ya bajarê Kobanê hat veşartin. -
Dagirker Til Rifatê bombe dikin
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê derdora Til Rifat a Şehbayê bombebaran dikin. -
Dayîkên Kobanê: Em ê şev û roj li qadan bin
Dayîkên Kobanê diyar kirin ku ew ê şev û roj li qadan bin û gotin, “Em ê her tim berxwedanê xurt bikin û serkeftin wê ya me be.” -
Cenazeyê Fermandar Jiyan Tolhildan hate veşartin
Cenazeyê Fermandara QSD û YAT’ê Jiyan Tolhildan li Goristana Şehîdan a li Taxa Şêxmeqsûdê ji aliyê hezaran kesan ve hate veşartin. -
Li Dêrazor û Tebqayê êrîşên dagirkeriyê hatin şermezarkirin
Li Dêrazor û Tebqayê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi çalakiyên cuda hatin şermezarkirin. -
Artêşa Tirk a dagirker êrîşî Til Rifetê dike - HATE NÛKIRIN
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê Komîna 14’an a navçeya Til Rifetê ya Kantona Şehbayê topbaran dike. -
Jinên Qamişlo li ber avahiya NY’ê çalakî li dar xist
Jinên Qamişlo li ber avahiya NY’ê hatin ba hev û êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hedef girtina sê fermandarên YPJ’ê şermezar kirin. -
Li Kobanê li dijî dagirkeriya Tirk û bêdengiya Rûsyayê xwepêşandan hat kirin
Îro bi sedan kes li Herêma Firat bi armanca şermezarkirina bêdengiya Rûsiyayê ya li hemberî gef û êrîşên dewleta Tirk a li ser pêşeng, welatî û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ber balafirgeha hêzên Rûs a li Sirînê xwepêşandanek lidar xistin. -
Eşîr û pêkhateyên Hesekê li dijî êrîşên dagirkeriyê derketin
Eşîr û pêkhateyên bajarê Hesekê diyar kirin ku eger dewleta Tirk êrîşê herêmên wan bike, wê Tirkiye rastî berxwedaniyeke mezin a gel were. -
Li Dêrik û Şehbayê şehîd hatin bîranîn
Li bajarê Dêrikê yê Rojava ji bo 91 şervanên ku di demên cihê de şehîd bûne, merasîmeke bîranînê hate lidarxistin. Li Şehbayê jî ji bo endama YAT’ê Barîn Botan konê sersaxiyê hate vekirin. -
Dewleta Tirk a dagirker li Efrînê 2 kes revandin
Çeteyên “Polîsên Sivîl” ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li navçeya Cindirêsê ya Kantona Efrînê 2 kes revandin.