Dewleta Tirk bi droneyê êrîş bir ser navenda Til Rifetê -HATE NÛKIRIN
Artêşa Tirk a dagirker bi droneyê êrîş bir ser navenda Til Rifetê.
Artêşa Tirk a dagirker bi droneyê êrîş bir ser navenda Til Rifetê.
Li gorî agahiyên hatin wergirtin, dewleta Tirk a dagirker bi droneyekê êrîş bir ser navenda navçeya Til Rifetê ya Kantona Şehbayê.
Di vê êrîşa dewleta Tirk a dagirker de 7 kesên sivîl birîndar bûne û rewşa birîndarekî giran e. Birîndar rakirine Nexweşxaneya Avrîn a navçeya Fafînê.
Navê zarokên di êrîşê de birîndar bûne wiha ne:
1,Horîvan Mihemed Ebdo bi temenê 15 salî
2, Diyene Osman bi temenê 6 salî
3, Hesên Cemel Qasêm bi temenê 7 salî
4, Afrîn Ebdrehmen Heyder bi temenê 13 salî .
5, Hisên Birîm Elîko bi temenê 43 salî.
6 Mehmûd Xerîb Memo bi temenê 5 salî .
7, Ronehîn Silo bi temenê 27 salî .
8, Razia Rasho Omer bi temenê 23 salî.
9, Sebah Henen Hemo.
Hate diyarkirin rewşa Mehmûd Xerîb Memo giran e.