BI DÎMEN

Ji JXK'ê pêngava 'vegera li kokê'

Jinên Xwendekarên Kurdistanê (JXK) ragihand ku bi wesîleya 25'ê Mijdarê dest bi pêngava 'Em Bernadin-Vegera li Koka xwe' dane destpêkirin. JXK'ê li zanîngeheke li Berlînê çalakî lidar xist.

Jinên Xwendekarên Kurdistanê (JXK) ragihand ku bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê ya Navneteweyî dest bi kampanya 'Em Bernadin-Vegera li Koka xwe' kirine. Di çarçoveya pêngavê de xwendekaran li Freie Universitaet a li paytexta Elmanya Berlînê çalakiyek kirin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku dema dawî êrîşên li ser ciwanan û Kurdistanê zêde bûne û hate gotin, "Çi li Rojhilatê Kurdistanê li dijî jinan, bi taybetî jî xwendekarên Kurd ên jin, çi êrişên li ser Rojava, çi jî kuştina jinan a li Tirkiyeyê êrîşên li dijî me hemûyan e. Êrîş li dijî şoreşa sedsala 21'ê û şoreşa jinê hatiye ikrin. ji ber vê yekê em ê vê bêrehmiyê bê bersiv nehêlin. Bersiva jî wê xweparastina çalak a li her qada jiyanê be û rêxistiniyeke hîn xurt be." JXK'ê destnîşan kir ku ji ber vê yekê wan dest bi pêngaveke nû kirine.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Ji bo azadiya nasnameya xwe û gelên bindest hemûyan em ê dest ji têkoşînê bernedin. Em ê dest ji parastina çand û zimanê xwe bernedin. Parastina nirxên xwe vegera li kok û cewhera xwe ye. Weke xwendekarên jin ên Kurd ji bo belavbûna nirxên demokratîk û azadiyê em bi berpirsyariyê radibin. Em daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dikin û tecrîda li derveyî mirovahiyê ya li ser wî weke tecrîda li ser meseleya Kurd û hewldana ji bo tinekirina hêviyên azadiyê yên jinan dibînin."

Li gorî daxuyaniyê, pêngav wê li ser van sê hêmanên bingehîn bê meşandin:

"Belavkirina felsefeya jiyana azad a Rêber Apo. Fêhmkirina îdeolojî û jiyana Rêber Apo wê bike ku em nasname û koka xwe hîn baştir fêhm bikin.

Em ê karên çandî û perwerdeyê hîn xurt bikin. Xweparastina herî xurt ji vir destpê dike.

Bi vegera li koka xwe ku kolonyalîzm û baviksalarî dixwaze tine bike, em ê karê xwe dewam bikin."