Husên El Ferec li Tebqayê şehîd bû

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku endamê wan Husên Ewad El Ferec li Tebqayê di dema erka xwe pêk dianî şehîd bû.

Navenda Ragihandina Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê ragihand ku endamê wan Husên Ewad El-Ferec doh Çarşemê 3’yê Tebaxê dema erka xwe ya parastina xak û gelê xwe bi cih dianî li Tebqayê şehîd bû.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin: “Em di nav Hêzên Ewlekariya Hundirîn de sersaxiyê ji xwe û ji malbata şehîd Husên re dixwazin û em serê xwe li ber fedekariya şehîdên xwe yên bi qîmet ditewînin ku ji bo parastina malbat û gelê xwe canê xwe feda kirine. Em destnîşan dikin ku em li ser rêya şehîdan in heta ku ewlehî û aramî li hemû herêmên me yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tê.”

Nasnameya şehîd wiha ye:

Navê şehîd: Husên El-Ferec

Navê Bav: Ewad

Navê Dayikê: Werde

Cih û dîroka tevlîbûnê: Tebqa 20/5/2017

Cih û Dîroka Şehadetê: Tebqa 3/8/2022.