Li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Qirkirina Êzidiyan hat bîranîn- NÛ BÛ

Li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya salvegera 8’emîn Qirkirina Êzidiyan, merasîmên bîranînê hatin lidarxistin.

Merasîmên bîranînê ji aliyê meclîs û rêxistinên civaka sivîl ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin lidarxistin.

Malbatên şehîdan û endamên saziyên sivîl û leşkerî tevlî hemû merasîman bûn û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst hatin şermezarkirin.

DIRBÊSIYÊ-ŞEDADÊ

Meclîsên navçeyên Dirbêsiyê û Şedadê bi du çalakiyên cuda daxuyaniyeke hevpar dan. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku civata navneteweyî berpirsa fermanê DAÎŞ û kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên ji bo qirkirina gelan e.

Hevserokê Meclîsa Dirbêsiyê Rustem Bekir û endamê Nivîsgeha Perwerdeyê ya PYD’ê Fadil El-Hisên daxuyaniya meclîsa navçeya Şedadê xwend.

Di daxuyaniyan de hat diyarkirin ku di encama lihevkirinên navneteweyî de bi desteka rasterast a hevalbendên herêmî, di serî de dewleta Tirk a dagirker û bi hevkariya PDK’ê êrîşa li dijî Êzidiyan pêk hat.

Her wiha hat gotin: “Komkujiya Şengalê, sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Di encamê de bi destê çeteyên DAÎŞ’ê, bi hezaran zarok, jin û kesên temenmezin hatin kuştin û di gorên komî de hatin veşartin. Perestgeh, mezarên dîrokî yên pîroz hatin wêrankirin.”

Di daxuyaniyan de bang li Meclîsa Ewlehiyê ya NY’yê, rêxistinên hiqûqî û yên têkildar hat kirin ku kêmneteweyan ji komkujiyan û jenosîd û guhertina demografîk biparêzin.

Di dawiya daxuyaniyan de wiha hat gotin: “NY berpirsê van sûcan e, ji ber ku wan komkujiyan nas nake. Hesab ji sûcdaran naxwaze. Ji ber wê ev yek dewleta Tirk a dagirker teşwîq dike ku dagirkeriya xwe ya li ser herêmê firehtir bike û komkujiyên hovtir pêk bîne.”

TIL TEMIR

Meclîsa Navçeya Til Temirê ya girêdayî Kantona Hesekê jî daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê endamên Rêveberiya Komîteya Perwerdeyê Ehmed Heyder ve hat xwendin. Ehmed bal kişand li qirkirinên ku Êzidî di tevahiya dîroka xwe de rû bi rûyê man û bang li civaka navneteweyî kir ku li dijî xeteriyên li ser Êzidiyan û gelên herêm, bikevin nava liv û tevgerê.

QAMIŞLO

Li Qamişloyê endamên Mala Êzidî, nûnerên partiyên siyasî, endamên TEV-DEM û bi dehan kes li ber Stadyûma Şehîdên 12’ê Adarê hatin ba hev û ber bi Komîsertiya Koçberan a NY’ê meşiyan.

Daxuyaniya di çalakiyê de hatî xwendin, ji aliyê endamê Mala Êzidî Belkî Rûstem ve bi zimanê Kurdî û ji aliyê endamê meclîsê ve jî bi zimanê Erebî hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hat xwestin ku li herêmên ku di destê komên çeteyan de, bila Êzidiyên dîlgîrtî bên berdan û bang li NY’ê û civaka navneteweyî hat kirin ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin.

TIRBESPIYÊ-ÇILAXA

Meclîsên navçeya Tirbespiyê û Çilaxa yên girêdayî Kantona Qamişloyê jî bi daxuyaniyên cuda, qirkirin şermezar kir.

Hevserokên Meclîsa Tirpespiyê nerazîbûn nîşan da ku Êzidî li dijî êrîşan tenê hatin hiştin û destnîşan kir ku avakirina rêveberiya xweser a demokratîk, erkek rewa ye.

GIRKÊ LEGÊ

Bi dehan endamên meclîs, komîn û şaredariyên gel li pêşiya Meclîsa Navçeya Girkê Legê kom bûn û Meclîsa Navşeya Girkê Legê û Saziyên Rêveberiya Xweser li navçeyê daxuyaniyek da. Hevserokê Şaredariya Gel a Girkê Legê Ebdulselam Berces daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Komkujiya Şengalê ji hemû hêzên ku parastina mafên mirovan îdia dikin re şermek e. Li ser vê bang li civata navneteweyî hate kirin ku bi rêya piştgiriya rêveberiya Şengalê parastina vê pêkhateyê bikin.

TIL BERAK

Bi heman armancê, hevseroka Meclîsa Navçeya Til Berakê Marî Xidir li pêşiya avahiya meclîsê daxuyanî xwend. Di daxuyaniya Meclîsa Navçeya Til Berak de şehîdên Komkujiya Şengalê hatin bibîranîn û bang li rêxistinên mafên mirovan û neteweyî hate kirin ku vê komkujiyê wek qirkirina komî bi nav bike, her wiha sûcdaran radestî dadgehan bikin da ku werin cezakirin.

TIL HEMÎS

Meclîsa Navçeya Til Hemîsê jî bi heman armancê li pêşiya Meclîsa Navçeyê daxuyaniyek da. Cîgira hevserokatiya navçeyê Emaş Silêman El-Ebid daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku çeteyan bi rêya Komkujiya Şengalê, bi piştgiriya Tirkiyê û PDK`ê û hin aliyên din xwest gelê êzidî qir bike.

Di daxuyaniyê de bang li NY’yê û Konseya Ewlehiyê ya Neteweyîn Yekbûyî û civata navneteweyî hate kirin ku qirkirina li dijî êzidiyên li Şengalê wekî jenosîd bipejirînin û rêveberiya wan nas bike.

DÊRIK

Bi sedan endamên Meclîsa Navçeya Dêrikê li pêşiya Nexweşxaneya Dêrikê kom bûn da û ji bo bîranîna komkujiya Şengalê daxuyaniyek dan raya giştî. Endamê meclîsa navçeyê Omer Îsamîl daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hikumeta Iraqê û hêzên pêşmerge yên girêdayî Partiya Demokrat a Kurdistanê şêniyên Şengalê bê parastin di nav pençên çeteyên DAÎŞ'ê de hiştin, lê belê gerîlayên HPG`ê û YJA Starê bi hawar êzidiyan ve hatin, koorîdor mirovî vekirin û bi hezaran êzidî veguhestin cihên bi ewle.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku armanca komkujiyê ew bû ku vîna gelê êzidî bişkîne û nasnemeya wan biçewsîne, lê ruxmî wan komkujiyan gelê Şengalê dev ji ax û pîroziyên xwe berneda.

Her wiha helwesta desteyên navneteweyî û Netweyên Yekbûyî li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker û topbaranên li dijî welatiyan, hat şermezarkirin.

Di dawiya daxuyaniyê de hat xwestin ku destkdayîna têkoşîna gelê Êzidî were kirin û qada hewayî ya Şengalê û Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê girtin.

KOBANÊ

Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê, bi daxuyaniyên dayî qûrbaniyên qirkirinê bi bîr anî. Bi dehan endamên sazî, navend û komîteyên Rêveberiya Xweser tevlî daxuyaniyê bûn.

Daxuyanî li ber avahiya Meclîsa Rêvebirinê ya Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat bangkirin ku divê ji nirx û îradeya Êzidiyan re rêz bê nîşan dan û divê çanda nasname û qedîm ya Êzidiyan bê parastin.

MINBIC

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Minbic û Gundewarên Wê jî bi daxuyaniyekê Komkujiya Şengalê bi bîr anîn û bang li civaka navneteweyî kirin ku lêpirsîna edaletê ji bo qurbaniyên komkujiyê bidin destpêkirin.

Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Minbicê Mehmûd El-Îdo daxuyanî li Goristana Şehîdan a başûrê bajêr xwend, tê de endamên meclîsê, şêniyên bajêr, zarokên şehîdan û endamên saziyên sivîl ên demokratîk ên Minbicê amade bûn.

Di destpêka daxuyaniyê de hemû qurbaniyên komkujiyê hatin bibîranîn û hate gotin: “Aliyên herêmî bi rêya hedefgirtina Êzidiyan hewl da koka resen a gelê Kurd biqelînin. Em bang li civaka navneteweyî dikin ku hesab ji berpirsên vê komkujiyê û piştevanên wan bixwazin.”

Her wiha hate tekezkirin ku divê aliyên iraqî û navneteweyî rêzê li hember nirx û îradeya Êzidiyên li Şengalê bigirin û piştevaniyê bidin rêveberiya wan a xweser da ku xwe biparêzin.

REQA

Li Reqayê bi dehan endamên Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya bi boneya salvegera Qirkirina Êzidiyan hatin ba hev û daxuyaniyek dan. Daxuyanî ji aliyê endama Rêveberiya Kombûna Jinan a Zenûbiya, Dua Hesen ve hat xwendin.

Dua şehîdên Fermana 3’ê Tebaxê bi bîr anî û wiha got: “Di vê fermanê de bi hezaran jin, zarok û kesên bi temen bûn qurban. îspata vê yekê hatina wan a li bajarê Reqayê ya Sûriyê ye. Bi taybet li vî cihî li Stada Eswed ku dîwarê wê şahidê sûcên DAÎŞ’ê yên êşkencekirin, qetilkirin, destdirêjî û firotina jinên Êzidî li bazaran e.”

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku peymana Hewlêr-Bexda a ku di 9’ê Cotmeha 2020’an de hatiye îmzekirin jî berdewamiya qirkirina civaka Êzidî ye.

Di daxuyaniyê de îşaret bi berxwedana gerîlayên azadiyê hate kirin û hate diyarkirin ku gerîlayan bi rihê berxwedana nûjen, fikirê demokratîk û xwişk û biratiya gelan, ji bo rizgarkirina bi sed hezaran Êzidiyan canê xwe feda kirin.

DÊRAZOR

Li Dêrazorê, bi dehan jin û endamên Saziyên Sivîl û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan li ber avahiya Kombûna Jinan a Zenûbiya ya bajarokê Kîsra yê Rojavayê Dêrazorê daxuyanî da.

Daxuyanî ji aliyê endama Kombûna Jinan a Zenûbiya, Hesna Ebdullah ve hat xwendin. Hesna bi bîr xist ku bi hezaran Êzidî li pêş çavê cîhanê û civaka navneteweyî hatin qetilkirin. Her wiha Hesna li civaka navneteweyî, tevgerên jinan û hêzên demokratîk kir ku divê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ku berdewamiya Qirkirina Êzidiyan e, bibin xwedî helwest.