Rêveberiya Xweser ji ber banga wan a piştgiriyê spasiya parlamenterên Fransî kir

Hevserokatiya Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji ber banga wan a girtina qada hewayî ya herêmê û piştgirîdayîna welatiyên herêmê spasiya endamên Parlamentoya Fransayê kir.

Hevserokatiya Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyeke nivîskî belav kir. 

Di daxuyaniyê de bang li hemû parlamenterên cîhanê, xwediyên biryarê, rêxistinên navneteweyî û xebatkarên qada mirovî hat kirin ku bi gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re bin bisekinin û qedexeya hewayî li herêmê ferz bikin da ku pêşî li her êrîşeke dewleta Tirk a dagirker li dijî xaka Sûriyeyê bigirin.

Di daxuyaniya Rêveberiya Xweser de ev tişt hatin gotin:

"Eşkere ye ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava şert û mercên giran ên mirovî û jiyanî de ye. Ev jî encama ambargoya li ser herêmê, girtina deriyên mirovî û hedefgirtina rasterast a welatiyên sivîl, navendên xizmetguzariyê, rê, nexweşxane û stasyonên kehrebeyê û avê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve ye. Ku di êrîşên xwe de cûrbecûr çekên navîn û giran û dronan bi kar tîne ku kombûnên ewle yên mirovî dikin armanc, tirs û xofê di dilê zarok, kal û pîr û jinan de çêdikin. Gefên dewleta Tirk a dagirker a ji bo destpêkirina operasyoneke leşkerî ya berfireh li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dewam dikin.

Ji ber ku ev operasyon, eger pêk were, wê bi xwe re karesateke mirovî bîne û bibe sedema pêlên koçberiyê û guhertina demografîk û wê bandorê li ser erd û xelkê bike. Cîhan êdî xeteriya rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û encamên êrîşa muhtemel a li ser van herêman fêm dike. Vê yekê hişt ku endamên Parlamentoya Fransayê li kêleka weşatiyên sivîl ên herêmên Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bisekinin û her êrîşeke hovane li ser van deveran red bikin. Wan peyameke mirovahî ji cîhanê re şand ku ew li kêleka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê disekinin.

Ji ber vê yekê em wekî Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li ser vî esasî em ji dil spasiya endamên Parlamentoya Fransayê dikin û spasiya hewldan û rawestana wan a mezin a li kêleka welatiyên li herêmên Rêveberiya Xweser li dijî êrîşên nêzîk û gengaz ên Tirkiyeyê, dikin. Her wiha em bang li hemû parlamenterên cîhanê, biryarder, saziyên navneteweyî û xebatkarên qada yên mirovî dikin ku ji ber gefên dewleta Tirk a dagirker li kêleka şêniyên van herêman bin. Her wiha em bang li civaka navneteweyî û bi taybet welatên Koalîsyona Navneteweyî dikin ku ji bo girtina qada hewayî li firokeyên bêmirov ên Tirkiyê bixebitin.”

102 parlementerên Fransayê Di 30'ê Tîrmehê de gotarek ku li ser malpera rojnameya Fransî “Le Journal du Dimanche” hatiye weşandin banga girtina qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiribûn. Her wiha bang kirin ku Kurdên Sûriyeyê ji aliyê hêzên navneteweyî ve bên parastin."