Rêveberiya Xweser a Şengalê di 13’ê Mijdara îsal de, ango di 9’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê de pêngaveke nû ya dîrokî da destpêkirin. Rêveberiya Xweser ji bo dewleta Iraqê fermana 3’yê Tebaxa 2014’an weke jenosîde nas bike kampanyayeke îmzeyan a navnetewî da destpêkirin. Di daxuyaniya Rêveberiya Xweser de daxwaz hatibû kirin ku jenosîda Êzidiyan bê naskirin, bersûcên jenosîdê werin dadgehkirin, ji bo civaka Êzidî vegerê ser cih û warê xwe di milê madî û manewî de alîkarî bê dayîn û her wiha ji bo Êzidî li cih û warên xwe vegerin ji aliyê NY’ê ve parastina hebûna wan were mîsogerkirin.
Kampanyaya îmzeyan ku bi van daxwazên sereke hate destpêkirin wê heya cejna Çarşema Serê Nîsanê ya sala 2025’an berdewam bike. Ev pêngav wê di asta Şengal, Iraq, Kurdistan û cîhanê de were meşandin. Wê îmze hem bi rêbaza elektronîk û hem jî bi dest werin komkirin. Cîgirê Hevserokatiya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) Hisên Sado derbarê hedef û armancên kampanyayê û her wiha plansaziya kampanyayê de ji ajansa me ANF’ê re axivî.
‘HEDEF KOMKIRINA MÎLYONEK ÎMZE YE’
Hisên Sado da zanîn ku piştî ragihandina kampanyaya îmzeyan ew niha amadekarî dikin ku di destpêka meha pêşiya me de dest bi komkirina îmzeyan bikin û ev agahî dan: ‘’Hedefa me komkirina mîlyonek îmze ye. Em bawer dikin gelê me wê bi xurtî tevlî vê kampanyayê bibe.
Kampanya ne tenê wê li Şengalê were meşandin. Wê kampanya li her derê were meşandin, li cihên ku bi dest îmze neyê komkirin jî wê herkes karibe bi rêya malperên înternetê îmzeyê xwe yê dîjîtal bide. Em ê xwe bigihînin her welatekî ku Êzidiyan nas dikin, yên nas nakin jî em ê hewl bidin Êzidiyan bi rêya vê kampanyayê bidin naskirin. Dibe ku hinek welat baş nizanin ka fermaneke çawa bi ser Êzidiyan de hatiye. Ne şert e ku bi tenê Êzidî îmze bidin, her kesekî ku însaniyet pê re heye dikare îmze bide. Êdî ew Mesîhî be, Misilman be, Cihû be, Kakeyî be ferq nake.’’
‘IRAQ BI DEVKÎ DIBÊJE JENOSÎD LÊ RESMÎ NAKE’
Hisên Sado siyaseta dewleta Iraqê ya li ser Êzidiyan jî rexne kir û wiha axivî: ‘’Iraqê heya niha jenosîda Êzidiyan qebûl nekiriye, ji aliyê îdarî û resmî ve Êzidî girêdayî Iraqê ne, em li ser axa Iraqê dijîn. Lê heya niha Iraqê vê fermanê bi awayeke resmî weke jenosîd qebûl nekiriye. Rayedarên dewletê li ser ragihandinê diaxivin lê weke belgeyeke resmî heya niha jenosîd nehatiye qebûlkirin.’’
Cîgirê Hevserokatiya MXDŞ’ê Hisên Sado da zanîn ku dema kampamya îmzeyan dawî bibe wê encamên wê bigihînin hemû aliyên pêwendîdar û wiha pêde çû: ‘’Îmzeyên ku em ê kombikin, em ê nushayek bişînin ji hikumeta Iraqê re, nushayek ji serokomarê Iraqê re, nushayek jî ji Dadgeha Federal a Iraqê re. Her wiha dewletên ku jenosîda Êzidiyan qebûl kirine em ê nushayek jî ji wan re bişînin. Ji ber ku wan dewletan jenosîde qebûl kirine lê heya roja me ya îro ji bo Êzidiyan tiştek nekirine.’’
‘QEBÛLKIRINA JENOSÎDÊ WÊ IRAQÊ JÎ XURT BIKE’
Hisên Sado di dawiya nirxandina xwe de bal kişand ser rewşa Rojhilata Navîn, bi taybetî jî Iraqê û got: ‘’Niha pêvajoyeke hesas li Rojhilata Navîn heye, rewşeke zehmet heye. Eger dewleta Iraqê di vê pêvajoyê de jenosîda Êzidiyan qebûl bike wê Êzidî jî xwe weke beşekê ji Iraqê bibînin. Wê xwe parçeyek ji gelê Iraqê bibînin. Êzidî gelek aciz in ku hikumeta Iraqê jenosîdê nas nekiriye û ji bo Êzidiyan tiştek nekiriye. Pêwîst bû mafê Êzidiyan heya niha bihata dayîn lê heya niha Êzidî mafê xwe negirtine. Iraqê heya niha Êzidî li ber çav negirtine û heqê wan wenda ye. Eger jenosîda Êzidiyan were qebûlkirin, ev ne tenê ji Êzidiyan re qenc e, ji bo dewleta Iraqê jî qenc e.’’