Cenazeyê şervanê QSD’ê Baran ber bi Silêmaniyê ve hat birêkirin

Cenazeyê şervanê QSD’ê Hebeş Banîşarî (Hîwa Baran) ku li Kobanê şehîd bûbû, li Dêrikê ji aliyê sedan kesî ve ber bi Silêmaniyê ve hat birêkirin.

Bi sedan şêniyên Dêrikê, herêmên Koçerat û Beravê li pêş Nexweşxaneya Şehîd Hogir a li navçeyê kom bûn da ku cenazeyê şehîd Hîwa Baran ku duh li Kobanê şehîd bûbû,  birê bikin. Piştre cenaze birin deriyê Sêmalka da ku li Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê bê veşartin.

Tevî cenazeyê Hîwa Baran bi dehan wesayîtan berê xwe dan deriyê Sêmalka yê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de.

Li qada deriyê Sêmalka malbata şehîd Hîwa Baran şênî pêşwaz kir. Li wir endamê rêveber ê Nivîsgeha Têkiliyên QSD’ê Xalid Dara axivî û soz da tevahî şehîdan ku têkoşîna li dijî dewleta Tirk a faşîst û çeteyên wê heta rizgarkirina hemû herêmên dagirkirî, bilind bikin.

Dara da zanîn ku QSD’ê û tevahî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi soza ku li ser şopa şehîdan bimeşin heta armancên wan pêk bînin û destketiyên wan biparêzin ve girêdayî ne.

Li aliyekî din jî dayika şehîd Hevrîn Xelef, Sûad Mistefa axivî û wiha got: “Rojava û Başûrê Kurdistanê wê şehîdekî din ku ji bo jiyaneke bi rûmet û azad xwe feda kir, birê dike.”

Sûadê axaftina xwe wiha domand: “Dijmin bi parçekirina Kurdistanê hewl da Kurdan parçe bike, maf, azadî û vîna wan jî tune bike. Lê fikr û felsefeya Rêber Ocalan Kurdistan ji nû ve kir yek û hemû nrix û mafên Kurdan ku dewletên dagirker ên Kurdistanê jê standine parast, her wiha mafên hemû gelên Kurdistanê bêyî cudahî parast.”

Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Mehmûd Ehmed nasnameya şehîd xwend û radestî malbatê kir.

Hevrêyên şehîd cenazeyê wî rakirin û ji bo ku ber bi Başûrê Kurdistanê ve bê şandin û li Silêmaniyê bê veşartin, ber bi deriyê Sêmalka ve çûn.