Li Til Temirê welatiyek şehîd bû

Di êrîşa balafirên bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker ya li ser Til Temirê de welatiyek şehîd bû.

Dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bêmirov a bi çek gundê Til Cuma yê Asuriyan ê dikeve rojavayê navenda navçeya Til Temirê bombebaran kir. Di encamê de welatiyek şehîd bû.

Navê welatiyê şehîd heta niha nehatiye ragihandin.

Dewleta Tirk a dagirker di van saetan de gundê Wehşiye yê Şehbayê bombebaran dike.