Banga ‘Bila qada hewayî ya Rojava ji dewleta Tirk a dagirker re bê girtin’

Li bajarên Reqa, Heleb û Kobanê êrîşên dewleta Tirk a dagirker hatin protestokirin û banga bila saha hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji dewleta Tirk a dagirker re bê girtin hat kirin.

Li Reqa, Heleb û Kobanê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst hatin protestokirin.

REQA

Li ber Baxçeyê Şehîd Hevrîn Xelef şênî hatin ba hev û bertek nîşanî bêdengiya civaka navneteweyî ya ji dewleta Tirk a dagirker re dan. Girseyê wêneyên şehîdan û pankarta “Na ji bêdengiya navneteweyî re, Em dixwazin ku qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê girtin.”

Serokê Partiya Sûriyeya Pêşerojê Ebid Hamid El-Mihbaş axivî û got: “Qonaxa ku Sûriye û bi taybetî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê re derbas dibe, qonaxeke hestiyar û krîtîk e. Ji me Sûriyeyiyan tê xwestin ku di vê qonaxê de em erkên xwe li hember welatê xwe bi cih bînin. Me sala 11'an a aloziyê derbas kir û gelê me li Sûriyê û derveyî Sûriyê encam û bandorên nerênî yên vê qeyranê dikşînin, ji ber ku hin aliyan di helwestên xwe de li hember berjewendiya bilind û li pêşberî daxwazên gel ên azadî, demokrasî û edaleta civakî disekinin. Vê yekê jî rê li ber daxwazên welatên herêmê yên ji bo pêkanîna ajanda û berjewendiyên xwe yên bi guman li Sûriyê vekir.”

El-Mihbaş di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Balafir, dron û topên we me natirsînin. Em ê bi hemû hêz û îradeya xwe li dijî êrîşên dagirkeriyê bisekinin û xaka Sûriyeyê biparêzin.”

HELEB/KOBANÊ

Li Heleb û Kobanê jî şênî bi heman armancê derketin qada, xwestin ku ji dewleta Tirk a dagirker ku gefê li ewlehiya herêmê dixwe re, bila qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê girtin.

Di çalakiyê de hat destnîşankirin ku gefên dagikeriyê yên dewleta Tirk a dagiker ên li ser Kobanê, Minbic û Til Rifet û êrîşên bi balafirên bêmirov û biçek û bi tankan, sûcên li dijî mirovahiyê ne. Ji ber vê yekê hat xwestin ku civaka navneteweyî hesap bipirse.