Dagirkeran li ser sînorê Kobanê ciwanek qetil kirin

Leşkerên Tirk ên dagirker li ser sînorê gundê Koran ê Kobanê gule li ciwanekê reşandin, ciwanê ku di encama gulebaranê de birîndar bû piştî nîv saetê li nexweşxanê şehîd bû.

Leşkerên dewleta Tirk a dagiker li nêzî sînorê gundê Koran ê dikeve rojhilatê bajarê Kobanê bi wesayîteke zirxî ya bi tîpa kirpî gule li ciwanê bi navê Îbrahîm Osman Mistefa (27) reşandin.

Îbrahîm Osman Mistefa ku li ber pezê xwe bû, di encama gulebaranê de birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneya Kobanê. Mistefa tevî midaxeleyan jî piştî nîv saetê şehîd bû.