Daxuyaniya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li ser êrîşa li gundê Koranê

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî li ser gundê Koran ê li ser Kobanê daxuyanî da û got: “Berpirsiyarê binpêkirin û êrişên dewleta Tirk ên li dijî sivîlan dewletên garantor e.”

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser êrişa dewleta Tirk a dagirker ku 4’ê Tebaxê li gundê Koran ê Kobanê pêk anîbû û di encama êrîşê de welatiyek şehîd bû, daxuyanî da.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di daxuyaniyê de diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker 4'ê Tebaxê li gundê Koran yê li Kobanê yê li ser sînor, Îbrahîm Osman Mistefa dema ku erdê xwe av dida, bi guleyan qetil kir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn da zanîn ku binpêkirin û êrişên dewleta Tirk ên li dijî sivîlan ji ber bêdengiya dewletên garantor li herêmê, nasekinin pêk tê.