Cenazeya Fehîme Reşo ya dewleta Tirk wê qetil kir hat veşartin

Fehîme Reşo ya di encama êrîşa dewleta Tirk a dagirker ya 26’ê Tîrmehê li ser Til Rifetê pêkanî bû de birîndar bûbû duh şehîd bû. Cenazeya Fehîme li navçeya Fafîn a girêdayî Kantona Şehbayê hat veşartin.

Bi sedan şêniyên herêma Efrînê cenazeyê welatiya sivîl Fehîma Reşo ya ku 26'ê Tîrmehê di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de li Til Rifetê birîndar bûbû û duh şehîd bibû, li goristana şehîdan a navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê veşart.

Li goristanê deqeyeke rêz hat girtin. Piştre Hevserokê Meclîsa Til Rifetê Mihemed Henan axivî û bal kişande ser êrîşên qirkirinê yên li dijî gelê Kurd û got: “Em hemû dizanin dewletên ku çavê xwe berdane xêrûbara Kurdistanê hewl didin gelê Kurd qir bikin. Lê em jî kalikên xwe fêr bûne ku em li hemberî dijmin bisekinin û mafên xwe biparêzin.”

Mihemed Henan îşaret bi berxwedana gerîla ya li hemberî artêşa Tirk a dagirker kir û wiha pêde çû: “Dewleta Tirk êrîşên xwe yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê didomînin û gerîla dike hedef, rojane çekên jehrî bi kar tîne, lê tevî vê yekê bi bin dikeve û nikare tu gavan pêşde biavêje. Dewleta Tirk ji bo ku binketina xwe veşêre sivîlên Bakur û Rojhilatê Sûriyê topbaran dike, êrîşên wê yên li ser Til Rifetê nîşaneya îflasa siyaseta dewleta Tirk e.”

Li ser navê malbata şehîd Fehîma Reşo, Horiya Reşo axivî û diyar kir: “Em sersaxiyê ji gelê Kurd re dixwazin. Fehîma ne şehîda yekemîn ya malbatê ye û wê ne ya dawî jî be. Ji bo parastina nirxên xwe em amade ne xwîna xwe feda bikin.”

Cenazeyê şehîd bi dirûşmeyan hat veşartin.