Li Dêra Til Temirê ji bo şervanê Asûrî ayînek hat lidarxistin
Ji bo bîranîna şehîd Azad Asûrî, li Dêra Meryem El-Ezra ya navçeya Til Temir a Kantona Hesekê merasîmek hate lidarxistin.
Ji bo bîranîna şehîd Azad Asûrî, li Dêra Meryem El-Ezra ya navçeya Til Temir a Kantona Hesekê merasîmek hate lidarxistin.
Bi dehan Asûrî tevlî merasîma li Meryem El-Ezra bûn.
Endamên Meclisa Parastina Asûr û Meclisa Leşkerî ya Til Temirê jî tevlî ayînê bûn.
Di ayînê de sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û xwestin ku ruhê şehîd di aramî û aştiyê de be.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihandibû ku 31’ê Tîrmehê de 4 şervanên wan ku di nav de şehîd Qais Barkho Silvia (Azad Asûrî) jî hebû di encama êrişeke balafireke bêmirov a dewleta Tirk de şehîd bûne.
Şervanê Asûrî di nava hefteyê de li Goristana Şehîd Xebat Dêrik hat veşartin.