Cenazeyê şervanê QSD’ê Dendeh Zexîre hat veşartin
Cenazeyê şervanê QSD’ê Dendeh Zexîre ku li Girê Spî şehîd bû, li Goristana Şedadê bi merasîmeke leşkerî hat veşartin.
Cenazeyê şervanê QSD’ê Dendeh Zexîre ku li Girê Spî şehîd bû, li Goristana Şedadê bi merasîmeke leşkerî hat veşartin.
Bi sedan şêniyan cenazeyê Şehîd Dendeh Zexîre, ji pêşiya avahiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê wergirt û bi karwaneke girseyî berê xwe dan goristana şehîdan a navçeya Şedadê.
Li goristanê şervanên QSD’ê merasîmek leşkerî hat lidarxistin, piştre li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Ebîr Nezal axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.
Nezal diyar ku ew fedekarî û rola pêşeng a şehîdan a di pêkanîna aştiyê de ji bîr nakin û ew ê armancên şehîdan pêk bînin.
Ji fermandarên li eniya Tirwaziyê Kazim Hesekê jî di destpêka axaftina xwe sersaxî ji şervanên QSD’ê yên ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker, bi lehengî şer dikin û malbata şehîd xwest û wiha got: “Em îro bi xeteriya dagirkeriya Tirk û çeteyên wê re rû bi rû ne, ji ber vê divê hemû pêkhate û eşîr hevgirtî bin, da ku pêşî li vê xeteriyê bigirin. Divê em bi hemû hêza xwe bixebitin da ku her bihosteke xaka xwe ya dagirkirî rizgar bikin. Merheleya em tê re derbas dibin xeter e û em ê bi yek destî vê xaka pîroz; xaka şehîdan biparêzin.”
Di dawiya merasîmê de endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Ela Selûm nasnameya şehîd xwend û radestî malbatê kir. Piştre Cenazeyê şehîd bi dirûşme û tilîliyên dayikan hate veşartin.