Dewleta Tirk li Kobanê li dibistanekê da - HATE NÛKIRIN

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker navenda tenduristiyê ya li Kobanê bombe kir, vê carê dibistanek kir hedef.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, dewleta Tirk dibistaneke li gundê Koran ê rojhilatê bajarê Kobanê bombebaran kir.

Nêzîkî saetek berê navenda tenduristiyê ya gundê Qeremox jî hatibû bombebarankirin.

Gundê Qeremox ê rojhilatê bajêr û gundên Ziyaret û Siftekê yên rojavayê Kobanê ji saet 16.00’an ve careke din hatin bombekirin.

Li gundê Siftekê jî bendaeke hêzên girêdayî hikûmeta Şamê bû hedef.

Di heman demê de gundên Rotan, Şamo û Digire yên Qamişlo bi hewan û obusan hatin bombekirin.

Hat zanîn ku gundên Suryanî yên Rotan û Girkê Şemo, rastî êrîşê hatine.