Serdana konê sersaxiyê yê Şehîd Xalid Oso hat kirin
Hesekêyiyan serdana konê sersaxiyê yê Xalid Zewba Oso yê ji aliyê dewleta Tirk ve hat qetilkirin, kir.
Hesekêyiyan serdana konê sersaxiyê yê Xalid Zewba Oso yê ji aliyê dewleta Tirk ve hat qetilkirin, kir.
Îro bi sedan şêniyên bajarê Hesekê bi tevlêbûna endamên saziyên sivîl ên navçe û kantonê berê xwe da konê sersaxiyê yê şehîd Xalid Zewba Oso yê li taxa Miftî ya Hesekê. Di merasîma sersaxiyê de endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kampa Waşûkanî Ayda Semo wiha axivî: "Bi êrîşên domdar ên dagirkeriya ên Tirk li dijî hêzên me yên Rojava û li çiyayên Kurdistanê, îrade û berxwedana me kêm nabe."
Ayda diyar kir ku ew xwe dispêrin xwe û hêzên xwe û got: “Em xwe naspêrin Emerîka, Rûsya yan jî dewleteke din. Bi berxwedana xwe û bi piştgirî û sekna hevpar, em ê dagirkeriyê têk bibin."
Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Hesekê Hemîd Hisên jî wiha got: "Em serî li ber dijmin natewînin, em bê deng namînin û em nahêlin xwîna şehîdên me vala biçe."
Cenazeyê Şehîd Xalid Zewba Oso yê ku nîvê şeva Şemiya buhurî di encama bombebarana dewleta Tirk a dagirker a li ser embarên genim ên gundê Dehr El Ereb ê Zirganê de şehîd bû, duh li Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawidiyê yê Hesekê hat veşartin.