'Gelê me wê bi şerê gel ê şoreşgerî van êrîşan têk bibe'
Hevserokê Navenda Girê Spî yê PYD'ê Sebrî Nebo bi bîr xist ku DAÎŞ bi şerê gel ê şoreşgerî hate têkbirin û got, li dijî dewleta Tirk jî wê bi ser bikevin.
Hevserokê Navenda Girê Spî yê PYD'ê Sebrî Nebo bi bîr xist ku DAÎŞ bi şerê gel ê şoreşgerî hate têkbirin û got, li dijî dewleta Tirk jî wê bi ser bikevin.
Hevserokê Navenda Girê Spî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Sebrî Nebo êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ANF'ê re nirxand.
Sebrî Nebo diyar kir ku dewleta Tirk timî gef li wan dixwar, êrîş dikir, demeke dirêj planên dagirkeriyê dikir, lê belê destûra ku dixwest nekarîbû werbigire û got, "Diyar e ku vê dawiyê destûra dixwest bi dest xistiye."
Sebrî Nebo destnîşan kir ku dewleta Tirk bi hevkariya dewletên li Sûriyeyê serwer in li dijî Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê dest bi şerê tunekirinê yê topyekûn kiriye û got, "Ev êrîş ne tenê ji aliyê leşkerî ve tê kirin. Demeke ava Çemê Firatê hatiye birîn, her wiha di van êrîşên dawî de bombe li depoyên genim, santralên elektrîkê, nexweşxaneyan hatin barandin. Dewleta Tirk dixwaze herêmê vala bike. Dewleta Tirk bi DAÎŞ'ê dest bi vê plana xwe kir, lê belê nekarî bi ser bixîne. Lewma niha tola DAÎŞ'ê ji gelê herêmê hiltîne. Bi valakirina herêmê re dixwaze herêmê bi temamî dagir bike û guhertina demografîk li gorî dilê xwe pêk bîne."
Rayedarê PYD'ê diyar kir, ku dewletên li herêmê ne yekser hevparê van êrîşan e û wiha dewam kir: "Piraniya cihên ku êrîş li wan hatin kirin, deverên nêzî baregehên Emerîkayê ne. Li Dêrikê û deverên din Emerîka heye. Her wiha li Şehba, Kobanê, Eyn Îsa jî Rûsya heye. Di hevdîtinên Hakan Fîdan û Elî Memlûk de ev plan ji xwe hatibû kirin. Hikumeta Şamê jî dixwaze herêm bê valakirin. Dewleta Tirk bi balafiran, hawan û topan êrîşî gel dike. Bi vî rengî biryareke hevpar dane. Dixwazin koçberiyê li xelkê herêmê ferz bikin."
Sebrî Nebo bi bîr xist ku dewletên navneteweyî li hemberî kiryarên Erdogan bêdeng in û got, "Heft mehên dawî li Zap û Avaşînê şerek tê kirin. Ev hemû bi hev ve girêdayî ne. Bi rengekî topyekûn dixwazin Kurdan tune bikin. Dewleta Tirk dixwaze bi rengekî topyekûn gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tune bike. Dewleta Tirk heta niha bi hezaran carî çekên kîmyewî bi kar anî."
Sebrî Nebo wiha dewam kir, "Lê belê dewletên navneteweyî heta niha li hemberî van kiryarên dewleta Tirk helwesteke cidî nîşan nedane. Ji ber ku dewletên navneteweyî jî hevparê vê yekê ne. Dewleta Tirk bêyî ku destûrê ji wan wernegire nikare van çekan bi kar bîne. Ev çek ji ku tên? Hemû jî çekên NATO'yê ne. Dewleta Tirk ew wergirtiye û bêteredût bi wan çekan êrîşan dike."
'LI DIJÎ DEWLETA TIRK EM Ê BI SER BIKEVIN'
Sebrî Nebo got, "Ez dixwazim vê yekê ji gelê me re bibêjim. Ev şer wê dewam bike. Bila gelê me hêviyê ji van dewletan neke. Em di sala 12'an a şoreşa xwe de ne. Heta niha van dewletan ji bo gelê Kurd û gelê herêmê tiştek nekirine. Bila gelê me hêviyê ji dewletên navneteweyî, ji dewletên ku xwe weke parêzvanên mafên mirovan nîşan didin, neke."
Sebrî Nebo got, "Ji her alî ve şerekî topyekûn hatiye destpêkirin. Bila haya gelê me ji vê hebe. Hebûna me parastina me ye. Ji xwe tenê rêyek li ber me maye. Parastina xwe ye. Li her qadê divê em li ser bingeha şerê gel ê şoreşgerî berxwedana xwe mezin bikin. Yekane rêya parastina xwe ev e."
Ji rêveberên PYD'ê Sebrî Nebo bang li hêzên azadîxwaz, alîgirên aştî û çareseriyê kir ku helwestê nîşan bidin û got, "Divê gelê me xwe ji vî şerî re amade bike. Çawa ku me bi şerê gel ê şoreşgerî DAÎŞ têk bir, îro jî em ê li hemberî dewleta Tirk bi ser bikevin. Divê ev yek bê zanîn. Gel bi komkujiyan naqedin. Em şerxwaz nînin. Me her tim banga ji bo aştiyê kir. Lê belê eger dewlet ji bo tunekirinê bi ser me ve bê, hingî em ê heta dawiyê xwe biparêzin. Lewma bi navê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê divê em xwe ji şerê gel ê şoreşgerî re amade bikin. Gelê me yê li derve jî divê timî li qadan be. Em ê mafê xwe yê xweparastinê û parastina rewa heta dawiyê bi kar bînin."