Bîlançoya sê rojan a êrîşên dewleta Tirk: Bombeya fosforê jî hat bikaranîn

Di encama êrîşên bi sê rojan ên dewleta Tirk ên berpêyî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, 13 sivîl û 8 şervan şehîd bûn. Dewleta Tirk, bombeya fosforê avêt Şerayê û li Kobanê dibistanek bombe kir.

Dewleta Tirk 19’ê Mijdarê saet di 00:00’an de bi balafirên şer herêmên Dêrik, Dirbêsiyê, Ebû Rasên, Kobanê û Şehba yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombe kirin.

Êrîşên sê roj in berdewam in, li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bûn.

Encama êrîşên dewleta Tirk ên berpêyî herêmê ku ji 19’ê Mijdarê heta bi niha bi balafirên şer û çekên giran kirine wiha ye:  

“20’Ê MIJDARÊ

11 SIVÎL, 6 ŞERVAN ŞEHÎD BÛN

Daristana Kobanê ya li rojavayê Kobanê, rêya Cerablûsê, Miştenûr a li başûr, gundê Helinc û Kaniya Kurdan bi balafirên şer hatin bombekirin.

Dewleta Tirk 2 car li gundê Helincê, 6 caran li Girê Miştenûrê, 2 caran li gundê Şêrana, 3 caran li Dara Hikumiyê, 2 caran li Kaniya Kurdan û 3 caran li embara genim a li gundê Qiz Elî xist. Gelek malan ji ber bombebaranê zerar dît. 2 leşkerên rejîmê li gundê Qiz Elî jiyana xwe ji dest dan û 2 leşker jî birîndar bûn.

Saet di 09.30’an de Girê Miştenûr careke din hat bombekirin. Di encama bombebarana berdewam e de Nexweşxaneya Covîd a li Girê Miştenûrê bi temamî xera bû.

Gundên Belûniyê û Şêx Îsa yên Şehbayê, keleha Şiwarxa ya li navçeya Şerayê û embarên genim ên Dehir Ereb ên li rojhilatê bakurê Zirganê bi balafirên şer hatin bombekirin.

Dewleta Tirk 4 caran bi balafirên şer li gundê Teqil Beqil ê li herêma Koçerat xist. Kedkarekê saziya elektrîkê li vî gundî şehîd bû.

Piştî lêxistina destpêkê gelê bi armanca alîkariyê çû cihê bûyerê hat bombekirin. Di bombebaranê de Nûçegihanê ANHA’yê Îsam Abdullah jî di nav de 11 kes şehîd bûn.

Bejahiya di navbera gundê Gir Kendal de û Girê Çelê yê li gundê Til Şiyê li herêma Beravê jî bi balafirên şer hatin bombekirin. Navenda elektrîkê jî gelek zerar jê dît.

11 kesên di encama êrîşê de şehîd bûn ev in:

Li gundê Dahir ê li herêma Dirbêsiyê, du erkdarên embara genim, li ser xeta Ebû Rasênê jî şervanek şehîd bû.

Cih û warê sivîl ên li gundên Minix, Şêx Îsa, Belûniyê û navçeyên Til Rifet û Şerayê hatin armanckirin. Di encama êrîşan de 5 şervanên HRE’yê şehîd bûn û 2 sivîl jî birîndar bûn.“