Mîralayekî Îranê li nêzî Şamê hate kuştin

Hate ragihandin di teqîneke nêzî Şamê de mîralayekî Îranê hatiye kuştin.

Li gorî medyaya Îranê li nêzî Şamê di teqînekê de mîralayekî Mûxafizên Şoreşê yên Îranê hatiye kuştin.

Mûxafizên Şoreşê yên Îranê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got “Yek ji şêwirmendê li Sûriyeyê û endamê Hêzên Parastina Hewayî ya Mûxafizên Şoreşê yên Îranê mîralay Davûd Caferî ji aliyê şirîkên rejîma sîonîst bi bombeyeke bi destan hatiye çêkirin û li kêleka rê hatiye bicihkirin, hate kuştin.”

Hate diyarkirin êrîş roja Duşemê hatiye kirin û heta niha tu hêzê êrîş li xwe negirtiye.

Di dema şerê Sûriyeyê de bi dehan leşkerên ji Îranê hatine kuştin. Tehran îddîa dike ku leşkerên wan ên li Sûriyeyê bi tenê şêwirmendiya leşkerî dikin.

Rayedarên Îsraîlê berê jî gelek daxuyanî dabûn û diyar kiribûn ku ew ê nehêlin Îran xwe li Sûriyeyê xurt bike.

Îsraîlê li Sûriyeyê bi sedan êrîş kiriye lê kêm caran derbarê van êrîşan daxuyaniyan dide.