Gundên Zirganê tên bombekirin

Dewleta Tirk a dagirker gundên Esediyê, Bobî, Dadilewda Xidrawî û Mieşwa yên Zirganê ji erdê ve dide ber bombeyan.

Dewleta Tirk a dagirker, ji Şehbayê heta bi Dêrazorê li bombekirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dike. Bi bombebaranê nuqteyên tenduristî, perwerde, petrol û elektrîk û xizmetê hatin armanckirin. 

Dewleta Tirk a dagirker, gundê Esediyê, Bobî, Dadilewda Xidrawî û Mieşwa yên Zirganê dide ber bombeyan.

Saet di 17.30’an de gundê Şêx Îsa yê Til Rifetê û gundên Herem Şêxo û Til Ziwan ên Qamişloyê bi hewanan hatin armanckirin. Topek li nêzê îstgeha sotemeniyê ya li Himo yê Qamişloyê jî ket.

Dewleta Tirk a êrîşên qirkirinê zêde kirin, di 20 saetên dawîn de 43 navend ji xwe re kirin armanc.