Du şervanên şehîd ên YAT’ê hatin eşkerekirin

QSD’ê nasnameyên du endamên YAT’ê yên bi bombebarankirina baregeha hevpar a YAT’ê û Koalîsyona Navneteweyî ya li bakurê Hesekê ji aliyê dewleta Tirk ve, şehîd bûn, eşkere kirin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), bi daxuyaniyekê nasnameyên 2 şervanên Yekîneyên Antî-Teror (YAT) eşkere kirin. Her du şervanên YAT`ê di êrîşa hewayî ya balafira bêmirov a biçek a dagirkeriya Tirk a li dijî baregeha hevbeş a YAT`ê û Koalîsyona Navneteweyî de şehîd bûn.

Di daxuyaniya QSD`ê de wiha hate gotin: "Balafireke bêmirov a biçek beşê ewlehiyê yê baregeheke hevbeş bi hêzên Koalîsyona Navneteweyî re ya li bakurê Hesekê û 50 km dûrê sînorên Sûriye-Tirkiyeyê ye, bombebaran kir.

Di êrîşê de 2 şervanên Yekîneyên Antî-Teror (YAT) şehîd bûn, 3 şervan jî birîndar bûn û rewşa 2 birîndaran giran e.

Erka Yekîneyên Antî-Teror têkoşîna li dijî şaneyên terorîst ên DAÎŞ`ê ye. Di dema dawîn de û heta vê kêliyê hêzên YAT`ê ji aliyê dagirkeriya Tirk ve tên armanckirin. Di 22`yê Tîrmeha 2022`yan de fermandara YAT`ê Jiyan Tolhildan, fermandar Roj Xabûr û endama YAT`ê Barîn di êrîşa balafira bêmirov a biçek a dagirkeriya Tirk de li ser rêya Qamişlo şehîd bûn.

Nasnameyên hevalên me yên şehîd wiha ne:

Nasnav: Birûsk Kobanê

Nav û Paşnav: Mihemed Xalid Ebdo

Navê Dayikê: Ayşe

Navê Bav: Xalid

Cih û Dîroka Jidayîkbûnê: Kobanê-gundê Kilutê-2003

Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê-22`yê Mijdarê-2022

 

Nasnav: Mizgîn Serêkaniyê

Nav û Paşnav: Muntesir Beşîr Omer

Navê Dayikê: Fesîha

Navê Bav: Beşîr

Cih û Dîroka Jidayîkbûnê: Serêkaniyê-gundê Sefih-2000

Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê-22`yê Mijdarê-2022."