Xelkê Teqil Beqil li dijî dewleta Tirk banga mezinkirina berxwedanê kir
Xelkê gundê Teqil Beqil li ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker rabû û ji bo "mezinkirina berxwedanê" bang kir.
Xelkê gundê Teqil Beqil li ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker rabû û ji bo "mezinkirina berxwedanê" bang kir.
Dewleta Tirk a dagirker di şeva 19'ê Mijdarê de êrîşên hewayî bir ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Dewleta Tirk ku bombe li santrala elektrîkê ya li gundê Teqil Beqil ê Dêrikê barand, her wiha êrîş bir ser gundiyên li qadê kom bû. Di encama êrîşê de 11 sivîl şehîd bûn.
Gundiyên Teqil Beqil ji ANF'ê re axivîn û nerazîbûn nîşanî êrîşan dan.
Asya Bekir li ber êrîşên dewleta Tirk ên li ser Herêma Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê rabû û got, "Erdogan ji gelê Kurd çi dixwaze? Li santrala elektrîkê xist. Bombe li girseya gel barand ku li cihê bûyerê kom bû. Piştre bombe li wesayitê barand ku şehîd tê de bûn. Di encamê de 11 sivîl şehîd bûn. Li gelê me zilm tê kirin. Em li mala xwe ne, li gundê xwe ne, em xaka kesî dagir nakin. Mafê me ye ku li ser xaka xwe bin. Ev der gundê me ye, me nexwest gundê kesî dagir bike. Erdogan ji ku derê maf ji xwe re dibîne ku li xelkê, li xaka me bide? Rojava ne xaka wan e, mafê wan li ser xaka me nîne. Bi balafirên şer êrîşî gel dike. Eger wêrek be bila sîng bi sîng li hemberî me şer bike. Erdogan bûye belayê serê gelê Kurd. Gelê Kurd tenê xaka xwe diparêze."
'EM NATIRSIN, HÊRSA ME ZÊDE DIBE'
Osman Ûbeyd Baran jî anî ziman ku santrala elektrîkê ya bombe lê hate barandin elektrîk dida 16 gundan û got, "Bi çavtirsandinê dixwaze gel koçber bibe. Bersiva me ji dewleta Tirk re bi vî rengî ye: Em natirsin, êrîş dibin sedem ku hîn bi xurtî bi xaka xwe ve bêne girêdan. Hêrsa me mezintir dikin. Zarokên me jî êdî ji êrîşan natirsin. Me bi çavên xwe dît ku li gelê li cihê bûyerê xistin. Ez bi xwe şahidê bûyerê me. Em xaka xwe diparêzin. Me li dijî kesî şer îlan nekirine. Divê kes vê zilmê qebûl neke."
'YEKÎTÎ WÊ ÊRÎŞAN RAWESTÎNE'
Hisên Mihemed jî diyar kir ku heta gelê Kurd nebe yek û têkoşînê mezin neke, wê êrîşên dewleta Tirk nesekinin û got, "Îsal bû cara duyemîn ku êrîş li gund tê kirin. Eger Kurd nebin yek îro bombe li gundê Teqil Beqil hate barandin, sibe wê li gundekî din bê barandin. Bi yekîtiyê pêşî li êrîşan dikare bê girtin."