Li Şera bombeya fosforê hat bikaranîn

Dewleta Tirk a dagirker li gundê Tatmereş ê navçeya Şera bombeya fosforê bi kar anî.

Bikaranîna bombeyên fosforê di topbarana li ser gundê Tatmereş ê navçeya Şera de bi dîmen hate belgekirin.

Îro saet derdora 15:00`an de dewleta Tirk a dagirker bi dijwarî êrişî gundê Tatmereş ê navçeya Şera ya Kantona Efrînê ya dagirkirî kir.

Ji dîmen û agahiyên ji gundê hatine wergirtin, hat zanîn ku dewleta Tirk a dagirker bombeyên fosforê di topbarana li ser gund de bikaranîne.

Bombeyên fosforê li asta navneteweyî hatine qedexekirin. Ev ne cara yekemîn e ku dewleta Tirk a dagirker van bombeyan li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kar tîne.