Koma Çep a Konseya Ewropayê: Em bi gelê Rojava re ne
Koma Çep a Konseya Ewropayê nerazîbûn nîşanî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê da û got, "Sala 2014'an em bi gelê Kobanê re bûn, niha jî em pê re ne."
Koma Çep a Konseya Ewropayê nerazîbûn nîşanî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê da û got, "Sala 2014'an em bi gelê Kobanê re bûn, niha jî em pê re ne."
Koma Çep a Ewropa ya Yekbûyî ya li Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (UEL) li ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker rabû. Serokê UEL'ê Goerge Katrougalos li hemberî bombardûmana balafirên dewleta Tirk ên li ser gund û bajarên Kurdan ên li Rojava û Başûrê Kurdistanê got, "Sala 2014'an em bi gelê Kobanê re bûn, niha jî em pê re ne."
'HIQÛQA NAVNETEWEYÎ BI TEMAMÎ HATE BINPÊKIRIN'
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "UEL, êrîşên derveyî sînor ên Tirkiyeyê bi tundî şermezar dike, ku di 19 û 20'ê Mijdarê de li herêmên Kurdan ên li Iraq û Sûriyeyê, tevî Kobanê bombe li gelek qadan barand û bû sedema mirina gelek mirovan, ku ev yek binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye. Çavkaniyên xwecihî ragihand ku heta niha yek jê rojnamevan 13 sivîl û 15 leşkerên Sûriyeyê mirine, gelek kes jî birîndar bûne. Di êrîşên hewayî de her wiha nexweşxaneyek, sîloyeke genim û santraleke elektrîkê, gelek avahiyên sivîl hatin rûxandin. Tirkiye ku endamê NATO'yê û Konseya Ewropayê ye, bi bikaranîna qada hewayî ya di bin kontrola Rûsyayê de ye van êrîşan dike û hiqûqa navneteweyî û hiqûqa mirovî bi temamî binpê dike.
'DEWLETA TIRK ARAMIYA HERÊMÊ TÊK DIBE'
Serokkomar Erdogan û hevalbendên wî yên neteweperest, ji ber krîza aboriyê û gelek pirsgirêkên bingehîn ên welêt di nava zor û zehmetiyeke mezin de ne. Li dora êrîşeke nû ya li hemberî Kurdên li Sûriyeyê dikare mirovan seferber bike, her wiha dibe ku karibe di hilbijartinê de bingeha neteweperest li dora xwe bihêle û dengên xwe jî zêde bike, lê belê ev êrîş aramiya li Sûriyeyê û herêmê têk dibe û dibe nefes ji DAÎŞ'ê re. her wiha çareseriya meseleya Kurd a li Tirkiyeyê û deverên din zehmet dike.
Xelkê Kobanê sala 2014'an bi hezaran mirovên xwe feda kir û DAÎŞ têk bir. Piraniya kesên ku di şerê Kobanê de mirin jin bûn ku dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' li nava civakan belav kirin û şoreş afirandin. Bi qasî ku me fêhm kir, Tirkiye dixwaze ya ku DAÎŞ'ê wê demê nekarî bike, pêk bîne. Ev teqez nayê qebûlkirin û divê civaka navneteweyî li ber rabe. Sala 2014'an em bi gelê Kobanê re bûn û niha jî em bi temamî bi wan re ne. Di têkoşîna nirxên azadî, edalet, demokrasî û rûmetê de ku em parve dikin, em ê bi her awayî piştgiriya wan bikin."