Mîna herêmên din ên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê herêma Efrînê jî di bin êrîşeke giran de ye.
Di nava 24 saetên dawî de zêdeyî hezar û 300 top, obus û tank li herêma Efrînê ketin.
Dagirkeran li Kantona Şehbayê êrîş birin ser 14 herêman, li Şerayê 7 herêm û li Şêrawayê jî 5 herêm hatin bombekirin.
Deverên ku hatine bombekirin:
Kantona Şehbayê: Semûqa, Til Medîq, Til Cîcan, Medûnê, Til Enab, Şêx Îsa, Balafirgeha Minixê, Bendava Şehbayê, Bêlûniyê, Til Rifet, Werdiyê, Sealê, Kefer Naya û Eyn Deqnê.
Şera: Gundên Merenaz, Malikiyê, Şewarxa, Til Ecar, Elqemiyê, Îrşadiyê û Tat Maraşê.
Şêrawa: Gundên Meyasê, Bênê, Aqîbê û Bir Qas û daristana Soxanekê.
Di encama van êrîşan de 3 leşkerên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest dan, 2 leşker jî birîndar bûn. Ji ber bombardûmanê xisara madî li herêmê bû.
ÊRÎŞÊN LI SER ŞEHBAYÊ DEWAM DIKIN
Sibeha Çarşemê jî êrîşan dewam kirin. Bi dema herêmî saet di 08:40'î de dewleta Tirk a dagirker gundên Til Medîq û Til Cîcan ên Kantona Şehbayê û Bendava Şehbayê bombardûman kir. Nêzî 30 topên obusê li gundan ketin.
BOMBE LI TIL RIFETÊ TÊNE BARANDIN
Bi dema herêmî saet di 10:30'î de li ser Til Rifetê ya Kantona Şehbayê êrîş hate destpêkirin. Bi taybetî êrîş li dijî taxa Sînaayê hate kirin.
TOPBARANA GIRAN A LI SER KOBANÊ
Di heman demê de gundê Xirab Eto yê Kobanê bi rengekî giran tê bombekirin.
LI TIRBESPIYÊ ÊRÎŞA BI BALAFIRÊN BÊMORV ÊN BOMBEBARKIRÎ
Qada petrolê ya Ewda ya li rojhilatê navçeya Tirbespiyê ya Kantona Qamişloyê jî careke din hate bombekirin. Serê sibehê herî kêm 3 caran bombe li qada petrolê hate barandin.
Dewleta Tirk bi balafirên bêmirov ên bombebarkirî 3 caran bombe li Stasyona Petrolê ya Dîcleyê ya li gundê Girhokê barand ku li başûrê Çilaxa ye. Ambûlansan berê xwe dan cihê êrîşê.