Êrîşên dagirkeriyê li tevahiya Rojava belav bûn
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her ku diçe mezintir dibe. Gelek herêm bi hemwext tên bombekirin.
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her ku diçe mezintir dibe. Gelek herêm bi hemwext tên bombekirin.
Dewleta Tirk gundê Siftek ê rojavayê Kobanê û gundê Qeremox ê rojhilatê Kobanê bombebaran kir.
Di êrîşan de bi taybetî navenda tenduristiyê ya gundê Qeremox bû hedef. Şeva 19-20’ê Mijdarê li Kobanê nexweşxaneyeke Kovîd-19ê weke hedefa bombeyan û nexweşnae rûxiyabû.
Êrîşên li gelek herêman bênavber dewam kirin, li gorî saeta herêmî saet 15.40'an li Kobanê gundên Zormixar, Ziyaretê û Çariqlî careke din hatin bombekirin.
ÊRÎŞÊN LI SER GUNDÊN TIRBESPIYÊ
Dewleta dagirker hemwext bi êrîşên li Kobanê re êrîşên xwe yên li Tirbespiyê jî zêde kir.
Balafireke bê mirov a dagirker gundê Gir Dahol ê dikeve başûrê rojavayê Tirbespiyê bombe kir.
Her wiha cihekî qada petrolê ya El Ode du caran hate bombebarankirin, gundê Lêlan û qadeke petrolê ya nêzî Gir Daholê jî hatin bombebarankirin.
BI HAWANAN LI QAMIŞLO DAN
Dagirkeran 3 hawan avêtin gundê Alîfero yê Qamişloyê. Di êrîşê de tiştek bi kesî nehat.
LI SER DÊRAZORÊ ÊRÎŞA HEWAYÎ
Herêma Dêrezorê jî bû hedefa êrîşan. Gundê Mekmen ê 70 kîlometre dûrî sînor e, 5 caran ji aliyê balafirên şer ve hate bombekirin.
GUNDÊN TIL TEMIRÊ BOMBE KIRIN
Li gorî saeta herêmî saet 15.50’an balafirên şer ên dewleta Tirk gundên Til Leben, Gûzeliyê û Til Tewîl ên rojavayê Til Temirê bombe kirin.
TOP AVÊTIN GUNDÊ AMÛDÊ
Hemwextî van êrîşan dagirkeran bi topan li gundên Şorikê, Haside û Til Kefe yên bajarê Amûdê dan.