Dewleta Tirk bombeyan li cih û warê sivîlan dibarîne
Dewleta Tirk a dagirker li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombardûmana li ser cih û warê sivîlan, bombardûmana li ser nexweşxane û qadên petrolê dewam dike.
Dewleta Tirk a dagirker li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombardûmana li ser cih û warê sivîlan, bombardûmana li ser nexweşxane û qadên petrolê dewam dike.
Dronên bi çek ên dewleta Tirk a dagirker li bejahiya Tirbespiyê li du qadên petrolê da.
Li gorî agahiyên ku hatin stendin qada petrolê ya bi navê Ewda û qada nêzî Leylanê ya ku 7 kîlometreyan li rojavayê Tirbespiyê ye, bûne hedef.
Ji her du qadan dûman bilind dibe û hate ragihandin li qadê tevgera hewayî didome.
Dewleta Tirk li gorî saeta herêmî saet di 14.00’an de li balefirgeha Minix a li Kantona Şehbayê û li gundên Alqamiyê û Kefer Antun ên Şerayê da.
Li herêma Şehbayê di 24 saetên dawîn de gelek gund hatin bombekirin. Îstasyona mazotê ya Elqemiyê jî hate bombekirin.
Li ser gundên Melek, Bîr Kinês, Qîrwan ên li rojavayê Dirbêsiyê û li ser gundên Baba Mehmûd û Ebû Ceradê yên li rojhilatê Dirbêsiyê dronên bi çek û balefirên şer ên dewleta Tirk a dagirker digerin.
Dagirkeran di 19-20’ê Mijdarê de li Nexweşxaneya Covîdê ya li Kobanê jî dabûn û nexweşxane hilweşandibûn.
Di rojên dawîn de li hemberî qadên sivîlan gelek êrîş tên kirin. Herî dawîn li depoyên genim hatibû xistin.