Gelê Rojava li dijî êrîşên qirkirinê meşiyan
Ji Hesekê heta Reqayê, ji Qamişlo heta Kobanê, gelê li hemû Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, êrîşên qirkirin û dagirkeriyê yên dewleta Tirk protesto kirin û peyama “Em bi QSD’ê re ne” dan.
Ji Hesekê heta Reqayê, ji Qamişlo heta Kobanê, gelê li hemû Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, êrîşên qirkirin û dagirkeriyê yên dewleta Tirk protesto kirin û peyama “Em bi QSD’ê re ne” dan.
Êrîşên dagirkerî û qirkinê yên dewleta Tirk, li hemû bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin protestokirin.
AMÛDÊ
Bi sedan şêniyên navçeya Amûdê ji Qada Şengalê heta baregeha Rûsya ya li bakurê navçeyê meşiyan. Şêniyên pankartên bi nivîsên "Bijî berxwedana gelan", "Serekftin para me ye", "Em dagirkerî û bêdengiya navneteweyî şermezar dikin", "Na ji dagirker û şer re" û "Nebin şirîkên qetilkirina me û dagirkirina xaka me" hatin vekirin.
Meş li ber baregeha Rûsyayê veguherî mîtîngê. Piştî deqeya rêzgirtinê endamê Însiyatîfa Gel a navçeya Amûdê Zîwer Elî axivî û got: "Dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên bejahî û hewayî li ser gelê me Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne û êrîşî rojnamevanan jî dike. Armanca wê ew e ku ewlehiya herêmê û projeya demokratîk û Rêveberiya Xweser têk bibe."
Zîwer Elî di dewama axaftina xwe de anî ziman ku şoreşa azadiyê ya bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê bi ser bikeve û got: "Çawa hêzên mê yên leşkerî û gelê me çete têk birin wê planên dagirkeriyê yên qirêj ên dewleta Tirk jî têk bibin û dê şoreşa azadiyê ya bi pêşengiya Rêber Abdullah Ocalan bi ser bikeve."
Bi navê Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurd (PYNK) endamê Partiya Kesk a Demokratîk Mihemed Hiso diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi van êrîşên xwe armanc dike ku gelan qir bike û Lozana duyemîn saz bike.
Hiso bal kişand ser derbeyên ku dewleta Tirk a dagirker li Herêmên Parastinê yên Medyayê dixwe û berxwdana gerîlayan û wiha got: "Dewleta Tirk hincetan diafirîne da ku êrîşên qirkirinê li ser gelan pêk bîne û tevgera azadiyê têk bibe."
Mihemed Hiso destnîşan kir ku Rûsya, DYA û Koalîsyona Navneteweyî berpirsên sûcên dewleta Tirk a dagirker e û diyar kir ku êrîşên dawî bi erêkirina van dewletan têne kirin.
Mihemed Hiso bi navê PYNKʹê banga hevgirtina bi hêzên leşkerî re li gelê herêmê kir.
QAMIŞLO
Li bajarê Qamişlo jî Meclîsa Ciwanên Kurd daxuyanî da. Daxuyanî li ber Parka Giştî ji aliyê endamê rêveber ê Meclîsa Ciwanên Kurd Rodî Riyad Hesen ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de hate gotin: "Divê gelê me û ciwanên Kurdistanê li derdora hêzên xwe û destkeftiyên xwe kom bibin. Em teqez dikin ku em ê heta dawiyê Kurdistanê biparêzin.“
Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bi heman armancê daxuyanî da. Endamê federasyonê Ridwan Mihemed daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku hemwextî civînên Astanayê têne kirin, bi erêkirina Rûsya û Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAÎŞʹê, di serî de DYAʹyê. Her wiha hate gotin ku ev hêz bi bêdengiya xwe dibin hevkarên rejîma faşîst a Tirk.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku komkujiya ku dewleta Tirk a li Dêrikê pêk aniye û êrîşa li dijî zarokan li Qamişlo, Til Rifet, Kobanê û Til Temirê bi çekên herî pêşketî yên NATOʹyê têne kirin, heman demê bi çekên wan ên kîmyewî êrîşê gerîlayan têne kirin. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ev hemû dide îspatkirin ku dewleta Tirk dewleteke sûcdar û teror e."
Federasyona Gaziyan jî wiha got: “ Koalîsyona Navneteweyî, NY û Rûsyayê berpirsên sûcên rejîma Tirk e û hişyariya xetereya van êrîşan da ku dibe çeteyên DAÎŞʹê ji nû ve bi rêxistin bike.“
Federasyona Gaziyan diyar kir ku ew amade ne li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker bisekinin û bang li gelên herêmê kir ku piştgiriyê bidin QSDʹê û got: "Xeta Şerê Gel ê Şoreşgerî wê terora dewleta Tirk û çeteyên DAÎŞ û tevahî komên terorîst têk bibe."
TIL BIRAK
Li navçeya Til Birak jî bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê, Meclîsa Malbatên Şehîdan û meclîsa navçeyê meşek hat lidarxistin. Bi sedan şênî tev li meşê bûn.
Meş li kolanên navçeyê geriya û bê navber dirûşmeyên "Em dagirkeriyê têk bibin û nirxên şoreşa xwe biparêzin" hatin berzkirin.
Li Qada Şehîdan deqeyeke rêz hat girtin, piştre endama Tevegera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê Yemama El Mehmûd axivî, êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin û got: "Ev êrîş îrade û israra me ya berxwedanê lawaz nake."
Endamê rêveber ê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Til Birakê Ebdulrezaq Salim banga hevgirtinê gelê herêmê kir û soza şopandina xeta şehîdan da.
REQA
Şêniyên Reqayê tevî Meclîsa Malbatên Şehîdan, Kombûna Jinan a Zenûbiya, Rêvberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, meclîs û komîn beşdarî xwepêşandanê bûn. Xwepêşdanê ji avahiya Wafîdîn heta herêma Bab Bexdad a rojhilatê bajêr dewam kir.
Xwepêşandêran wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên QSD’ê û pankertên bi nivîsên "Em Kurd, Ereb, Suryan, Asûr û Tirkmen li hemberî dagirkeriya Tirk bibin yek" û " Na ji êrîşên dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê re" hildan.
Xwepêşandan li herêma Bab Bexdad veguherî mîtîngê. Li wir Berdevka Meclîsa Jinan a Meclîsa Malbatên Şehîdan Zeyneb El Xelef axivî. Zeyneb got: "Êrîşên dewleta Tirk ên bi balafiran û çekên giran li dijî welatiyên ku di salên borî de radestî siyasetên wê nebû, asta herî bilind a terorê ye."
Zeynab da zanîn ku zêdekirina êrîşên dagirkeriya Tirk îspat dike ku tevahî plan û siyasetên wê li hember projeya Rêveberiya Xweser a demokartîk bi bin ketine.
Berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqa û gundewarên wê Sosin El Xelef jî êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û got ku ev êrîş dikevin asta sûcên şer. Sosin El Xelef diyar kir ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hember êrîşên dagirkeriya Tirk li kêleka hêzên QSD'ê ye.