Nivîskar Zaza: Medya Ereb êrîşên dagirkeriyê ji nedîtî ve tê

Rojnamevan û nivîskarê Kurd Hasan Zaza diyar kir ku medya Ereb êrîşkariya dewleta Tirk û bikaranîna çekên kîmyewî ji nedîtî ve tê.

Nivîskar-rojnamevanê Kurd Hasan Zaza ku li Şamê dimîne, li ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker ji ANF'ê re axivî. Hasan Zaza diyar kir, dewleta Tirk ji bo planên xwe yên li ser Kurdistanê pêk bîne, timî bi hincetan êrîşên leşkerî dike û got, "Erdogan û dewleta Tirk ji ber tirsa ji berxwedana gerîla, li dijî Kurdan dijminatiya herî mezin dike. Ji ber vê yekê jî çekên kîmyewî û taktîk nukleer bi kar tîne."

Zaza destnîşan kir ku gelê Kurd wê ji aliyê leşkerî û siyasî ve bi her awayî li dijî van êrîşan têbikoşe û işaret bi bêdengiya navneteweyî kir. Zaza got, "Bêdengî bû sedem ku çekên kîmyewî bê bikaranîn. Ji bo pêşî li êrîşên kîmyewî bê girtin û komkujiyên mezin bêne astengkirin, em bang li raya giştî ya cîhanê, saziyên navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî û hêzên navneteweyî dikin ku tavilê li hemberî vê yekê helwestê nîşan bidin."

Hasan Zaza diyar kir ku ew weke Kurdên ji Şamê, bi gerîla re ne ku li dijî dagirkeriyê şer dikin û weşangeriya medya Ereb a ku cih nade êrîşan, rexne kir. Zaza got, "Çapemeniya Ereb li dijî êrîşan nekete nava liv û tevgerê. Êrîşên Erdogan ji nedîtî ve tê. Li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî helwesta medya Ereb kêm e. Medya Ereb divê weşangeriyeke welê bike ku rûyê rast ê Erdogan nîşan bide."