ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Dagirkeriya li Serêkaniyê: Kesên ku neçarî koçberiyê hatin hiştin
Di 9’ê Cotmeha 2019’an de bajarê Serêkaniyê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wî ve hate dagirkirin. Di vê pêvajoyê de nêzî 150 hezar kes neçar man koç bikin, Reca Eddo Mistefa û keça wê Xanim Hisên jî ji wan kesan bûn. -
Ji bo şervanê HRE'yê li Helebê konê sersaxiyê hate danîn
Ji bo şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) Xemgîn Heleb (Xelef Dahîr) ku şehîd ket, li ber mala wî ya li Helebê konê sersaxiyê hate danîn. -
HRE: Li Efrînê dagirkerek hate kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker çalakiyek hatiye kirin û di encamê de dagirkerek hatiye kuştin. -
Rojnamevan Altan: Bi berxwedana 9 rojan sempatiya li hemberî şoreşa Rojava mezin bû
Rojnamevan Altan diyar kir ku berxwedana mezin a li Girê Spî û Serêkaniyê li cîhanê deng veda û got: “Êrîşên dewleta Tirk a mêtinger hatin şermezarkirin û vê berxwedanê sempatiya li hemberî şoreşa Rojava û berxwedana netewa Kurd hîn mezintir kir.” -
3 endamên TEV-DEM’ê şehîd bûn
TEV-DEM’ê ragihand ku di êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Şehbayê de, 3 endamên wan şehîd bûne û got: “Em bang li her kesê dikin ku li dijî faşîzma Tirkiyeyê rabe ser piyan.” -
Kongra Star Hevrîn Xelef û Yadê Eqîde bibîr anî
Koordînasyona Kongra Star, Hevrîn Xelef û Yadê Eqîde yên ku di Cotmeha 2019'an de ji aliyê çeteyên girêdayî dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, di salvegera şehadeta wan de bibîr anî. -
Cenazeyê şehîd Xemgîn Heleb hat veşartin
Cenazeyê şervanê HRE’yê Xemgîn Heleb (Xelef El Dahir) ê di êrîşa 7’ê Cotmehê ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû, bi merasîmekê li Helebê hat veşartin. -
Dagirkerî, guherîna demografî û trawmaya civakî kûrtir dike
Binpêkirinên mafên mirovan ên li Serêkaniyê û Girê Spî yên ji aliyê dewleta Tirk ve tên kirin, zêde dibin û 300 hezar kesên ku ji ber dagirkeriya dewleta Tirk neçar mane koç bikin, jiyaneke di nava şert û mercên dijwar de didomînin. -
HRE: Du şervanên me şehîd bûn
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekî nasnameyên 2 şervanên ku di 7 û 9'ê Cotmehê de şehîd bûbûn eşkere kir. -
Endamê Hêzên Xweparastinê hate veşartin
Endamê Hêzên Xweparastinê Basil Elî El Hemûd ku şehîd bû, li Tebqayê bi merasîmeke leşkerî hate veşartin. -
Dewleta Tirk a dagirker 2 zarok qetil kir û 3 jî birîndar kirin
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşê gundê Tehna Mezin a Minbicê kirin. Di encama êrîşê de 2 zarok hatin qetilkirin 3 jî birîndar bûn. -
'Rêber Abdullah Ocalan hêviya gelan e'
Welatparêzên ku di navbera salên 80-90’î de çûne qada Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, diyar kirin ku divê têkoşîna li dijî Komploya 9’ê Cotmehê ya navneteweyî bê mezinkirin. -
Xelkê Serêkaniyê li ber avahiya NY’ê çalakî li dar xist
Xelkê Serêkaniyê bi boneya selvegera 5’emîn a dagirkerina Serêkaniyê û Girê Spî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li ber avahiya NY’ê ya li Qamişloyê çalakî li dar xist. -
Li Şehbayê wesayîtek hat bombebarankirin
Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li kantona Efrînê-Şehbayê wesayîtek bombebaran kir. -
Gelên kantona Cizîrê komplo şermezar kirin
Komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarên Hesekê û Qamişlo yên kantona Cizîrê bi meş û mîtîngên girseyî hat şermezarkirin. -
Rêveberiya Xweser: Bidawîkirina dagirkeriyê wê aramiyê bîne herêmê
Rêveberiya Xweser di salvegera 5'an a dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî de diyar kir ku bidawîkirina dagirkeriyê wê aramî û ewlehiyê bîne herêmê. Her wiha diyar kir ku wê herêmê rizgar bikin. -
9'ê Cotmehê li Kantona Firatê bi civînekê hate şermezarkirin
Komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê li kantona Firatê bi civînekê hate şermezarkirin. -
Li Qamişlo û Hesekê meşa li dijî komployê
Şêniyên Qamişlo û Hesekê li dijî komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê meşiyan. -
Heyva Sor a Kurd ji bo gelê Lubnanê seferber bûye
Heyva Sor a Kurd ji bo alîkariya gelê Lubnanê du konên alîkariyê danîn ku yek li Kobanê û ya din jî li Eyn Îsa ye. Her wiha li her du bendên kontrolê yên di navbera Hikumeta Şamê û Rêveberiya Xweser de jî ambûlans hatine amadekirin. -
Aldar Xelîl: Tu kes nikare roja me tarî bike
Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl diyar kir ku Komploya Navnetewî ya 9’ê Cotmehê domandina qirkirina gelê herêmê ye û got, "Dîlgirtina Rêber Apo dîlgirtina hemû mirovahiyê ye." -
Dewleta Tirk li ser sînorê Çilaxa ciwanek qetil kir
Dewleta Tirk a dagirker li ser sînorê Çilaxa komek ciwan gulebaran kirin. Di encama gulebarana dewleta Tirk a dagiker de ciwanek hat qetilkirin û yek jî birîndar bû. -
'Armanca komplo pêşîgirtina li yekbûna Kurdan bû'
Mezher Şêxo diyar kir ku dema Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwest Kurdan bike yek, komplo li hemberî wî hate kirin û got, "Armanca komployê pêşîgirtina li yekbûna gelê Kurd bû." -
Koça ji Lubnanê ber bi herêma Rêveberiya Xweser dewam dike
Ji ber êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê, koa ber bi herêma Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dike. -
Li Kantona Firatê û Minbicê gel komploya 9’ê Cotmehê şermezar kirin
Li Kantona Firat û Minbicê bi hezaran şênî daketin qadan û bi meşeke girseyî komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şermezar kirin. -
Li Helebê bi hezaran kes li dijî komployê meşiyan
Li Helebê bi hezaran kes komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi meşeke girseyî şermezarkirin.