HEVPEYVÎN

Rojnamevan Altan: Bi berxwedana 9 rojan sempatiya li hemberî şoreşa Rojava mezin bû

Rojnamevan Altan diyar kir ku berxwedana mezin a li Girê Spî û Serêkaniyê li cîhanê deng veda û got: “Êrîşên dewleta Tirk a mêtinger hatin şermezarkirin û vê berxwedanê sempatiya li hemberî şoreşa Rojava û berxwedana netewa Kurd hîn mezintir kir.”

DAGIRKERIYA LI ROJAVA

Rojnamevan Erdogan Altan di sala 6’an a dagirkeriya dewleta Tirk a li Serêkaniyê û Girê Spî de, bersiva pirsên ANF’ê da.

Piştî dagirkirina Efrînê çima pêvajoya dagirkirina Serêkanî û Girê Spî, destpê kir?

Ji ber ku Rojava ne tenê xakeke ku hatî rizgarkirin û azadkirin e. Li Rojava paradîgmaya demokratîk, wekhevî û azadîxwaziya jinê zindî bûye, Rojava bayê şoreşê belavî hemû cîhanê kir û ji tevgera çep û sosyalîst a cîhanê re bûye nefes. Lewma rejîma qirker bi alîkariya Trump û Putîn (DYE û Rûsyayê) ji bo tunekirina şoreşa Rojava, di salvegera komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an a li hemberî Rêber Abdullah Ocalan de li Serêkanî û Girê Spî êrîş da destpêkirin. Şefê faşîst Erdogan 24’ê Îlona 2019’an li Desteya Giştî ya NY’ê axivî û li pêş çavê cîhanê starta êrîşê da.

Di Kanûna 2012’an de komên çeteyan ên bi navê Artêşa Sûriyeya Azad (OSO) ku piştgiriya xwe ji Tirkiyeyê digirin, êrîşî Serêkaniyê kirin. Di sala duyemîn a şerê Sûriyeyê de êrîşên komên çeteyan ên mîna El Nusra, DAÎŞ û Ehrar El-Şam gelên li vir bi koçberî, mirin, birçîtî, tecawiz û talanê re rû bi rû hişt. Jin hatin revandin û tecawizkirin; cihên baweriyê hatin hilweşandin û şewitandin. Malên Xrîstiyanan hatin talankirin, dêr û dibistanên Suryanî hatin şewitandin. Her wiha aqûbeta gelek Xrîstiyanên hatine revandin, hîna jî nayê zanîn. Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi dijwarbûna şerê Sûriyeyê re gel parastin. Hêzên YPG û YPJ’ê sala 2013’an li dijî Serêkaniyê ya di bin kontrola El Nusra û DAÎŞ’ê de pêngavek da destpêkirin. Piştî ku komên Selefî ji herêmê hatin paqijkirin Ermenî, Suryanî û Kurd vegerîn bajêr û dest bi avakirina jiyaneke azad û wekhev kirin.

Dewamkirina vê rêveberiya ku hemû gelan di bin sîwana wê de jiyaneke azad û wekhev dimeşand, tirsek ava kir ku ji bo hemû Rojhilata Navîn bibe mînak. Lewma li dijî her du bajaran êrîşên dagirkeriyê hatin destpêkirin. Li aliyê din jî israra tolhildanê ya komên çeteyên El Nusra, DAÎŞ û Ehrar El Şam yek ji sedemên vê êrîşê ye.

Sedemên din jî planên giştî yên dewleta Tirk a dagirker in.

Gelo ev êrîşên dagirkeriyê rasterast bi dewleta Tirk re girêdayî ne, yan tiliya hêzên cuda jî têde hebû?

Bê guman, ev êrîşên dagirkeriyê ji DYE û Rûsyayê serbixwe pêk nehatin.

Ji bo tasfiyekirina şoreşa Rojava di navbera DYE û dewleta Tirk a mêtinger de, hevkarî hebû. Emperyalîzma DYE’yê gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a mêtinger ji bo tasfiyekirina şoreşa Rojava weke şantajekê bi kar anî. Lê belê gefên Tirkiyeyê ji şantajê hîn wêdetir bûn. Eger şoreşa Rojava li ser piyan bimîne, dewleta Tirk a mêtinger û faşîst nikare şoreşa Bakurê Kurdistanê tasfiye bike. Armanca wê bi vê yekê re jî sînordar nebû.

Bi van êrîşên dagirkeriyê re atmosfera ku dihat xwestin li Kurdistan û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê afirandin, çibû?

Êrîşa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a faşîst, ne suprîz bû. Dewleta Tirk a mêtinger hebûna şoreşa Rojava veguherandibû pirsgirêkeke bekayê. Lê belê mesele ne tenê Rojava bû. Statuyeke neteweyî ya ku li wir bê bidestxistin, wê ji bo Bakurê Kurdistanê biba mînak. Hîna di salên destpêkê de derketibû holê ku şoreşa Rojava wê li ser piyan bimîne û gelê Ereb û gelên din jî di nava xwe de bihewîne. Berxwedana Kobanê û serhildana Kobanê ya 6-8’ê Cotmehê, qasî şoreşa Rojava ji bo dewleta Tirk a mêtinger û faşîst jî bû xaleke werçerxê.

Serkeftina HDP’ê ya hilbijartinan jî serweriya dagirkeriya faşîst a li ser meclîsê dihejand. Ji ber vê dewleta Tirk a dagirker û faşîst plana bi PKK’ê re hevdîtînê re li hev hatinê terikand û stratejiya wê li derê eciqandinê hilbijart. Polîtîkayên xwe ya siyasî, leşkerî û dîplomatîk li ser vê stratejiya nû avakir. Ev stratejî stratejiya bi eciqandina pêşengê şoreşger a netewî re, fikra bi çi awayî dibe bila bibe fikra destxistina statüye ji hişê gelê Kurd derxistin bû. AKP’ê yê ku di rêbertiya şefe faşîst de bû, bi kontragerîla-Ergenekon û nûnerê wî ya siyasî MHP’ê re ket yekitiyê. Ev pêkhate li gorî vê stratejî û îttîfaqê ji ve teşê girt. TUSÎAD piştgirî da vê stratejî û siyaseta nû.

Li gel êrîşên kîmyewî çima hêzên navnetewî bertek nîşan nedan? Divê ev çawa were şîrovekirin?

Di rewşên wiha de hêzên kapîtalîst û bekçiyên wî yên herêmî, dema li hêremekê an rêveberiyekî demokratik a gelan re êrîş were kirin, rêbazên şerê taybet dixe dewrê. Di pêvajoya dagirkirina Efrînê de bombeyên fosfor hatibûn bikaranîn. Dewsa ku di Konseya Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî de ev mijar were nîqaşkirin, êrîşên rejîma Suriyê ya Gutayê û mirina sîvîlan xistin rojevê. Hovitiya Efrînê qet nehat nîqaşkirin. Li Girê Spî di rojên destpêkê ya êrîşan de belafirên şer cihên sîvîl bombebaran kirin. Rêxistina Efûyan a Navnetewî daxuyand di êrîşên ku li her du bajaran çêbûn de 180 sîvîl jiyana xwe ji dest dan. Heta wê çaxê zarokê 13 salî ya bi navê Muhamed Hamîd Muhamed ê ku di encamê êrşên hewayî de ji ber bombeyê fosforê şewitîbû bûbû rojev jî, NY wê çaxê êrîşên Îsraîlê ya Xezeyê dikir rojev.

Ev milêkî şer bû. Di milê din de dewleta dagirker a Tirk bi belafirên bêmirov, belafirên şer, bi komên çeteyan, bi tank, top û obûsên xwe re li Serêkaniyê xwe li berxwedana QSD’ê da. Hesabê Tirkiyê ya petrolê ya ku digihîşt Derêzor û riya M4’ê. Berxwedana QSD’ê li cihanê deng veda. Li Fransa, Elmanya, Swîsre û gelek welatên Ewrûpayê dostê Kurdan daketin kolanan. Berxwedana QSD’ê gelek hesaban serûbin kir. Kurd cara ewil bi rûhê netewî li hemberî êrîşan daketin meydanan. Li her derê çalakî lidar xistin û bertekên xwe nîşan dan.

Li Herêmên Parastina yên Medyayê jî êrîşên kîmyewî pêk hatin. Li gorî wê ew bêbertekî nebû sedema zêdebûna êrîşên kîmyewî?

Tiştê ku me li jorê dixwest bêjin ev bû. Bêdengiya li hemberî hovitiyê pêşiya hovitiyên mezintir vedike. Di 2016’an de li Cizîra Botan berxwedana rêveberiya cewherî 61 welatparêz bi çekên kîmyewî di jêrzêmînan de hate şewitandin, lê qasî têr bike nehat rojevkirin û bertek nîşan nedan. Di encamê vê de 2017’an bi çekên kîmyewî yên ku avêtin şikeftan re gerîla hatin şehîdxistin. Peyre di êrîşên Efrînê de him li hemberî şervanên azadiya him jî li hemberî gel çekên fosfor ên şewatê hatin bikaranîn. Ji ber sedemên ku me jorê got bertek nehat nîşandayîn û ev bêdengî hîşt ku li Serêkaniyê û Girê Spî jî êrîşên bi vî rengî dubare bikin. Bêgûman ev bêdengî taybetî pêşiya êrîşên ev 3 salên dawî yên Herêmên Parastina yên Medyayê vekir.

Niha Serêkanî û Girê Spî di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye. Her roj agahiyên komkujî, revandin û êşkenceyê tên bihîstîn. Hûn him asta van kiryaran him jî rewşa heyî çawa dinirxînin?

Çeteyên ku Serêkanî û Girê Spî dagirkirin, di nav xwe de li ser talankirina mal û milkê ketine pêşbirkê. Ev her du bajar kirin navenda nerêlitî, bazirganiya hişbirê û bêexlaqî ye. Gelê Ereb tê Tirkkirin û ji rastiya xwe tê dûrxistin. Û ji vê girîngtir jî bi berdêlê pere ji bo bimirin dişînin Herêmên Parastina yên Medyayê, Lîbya, Nîjer û Azerbeycanê. Ev bajaran niha bûye navenda çeteyan a ku wan îxracî Ewropa û Rojava dikin. Niha ji ber ku çete bûne mijara bazarê ya sîyasî, dîplomatîk û stratejîk, li van deran dengê îtîrazan bilind dibe. Dewleta Tirk wan dike mijara bazariyê. Di pêvajoya destûr girtina dagirkirinê de Rûsya di bin navê piştgirî dayîna Surîyê êrê kiribû. Lê niha Serêkanî û Girê Spî li walitiyê Rihayê ve girêdane.

Wek dawî hûn têkoşîn û helwesta gelên Bakur rojhilatê Suriyê ya li hemberî van dagirkirinan çawa dinirxînin?

Berxwedana mezin a ku 9 rojî ya li Girê Spî û Serêkaniyê çêbû hemû cihanê deng veda. Êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi nefretê hat şermezarkirin û şoreşa Rojava hezkirina berxwedana Kurd a netewî zêdetir kir. Şoreşa Rojava di destpêkê de wek şoreşa Kurd a netewî û demokratîk derketiba holê jî demek kurt de bû şoreşa gelên Bakur Rojhilatê Suriyeyê. Şoreşa Jinê, pergala ku xwe dispart komûn û meclîsan, xwişk-biratî û wekheviya gelan sê xalên esasî ya şoreşê pêk anîn.

Ji bo çarenûsa şoreşê xelaka herî stratejîk û ya herî qels di bin navê rêveberiya şoreşger a demokratîk de îttîfaqê gelên Ereb û Kurd bû. Ev îttîfaqekî stratejîk bû. Lewre bajarên wek Minbîc, Reqa û Dêrazorê nûfusa Ereban zêdetir bû. li Qamişlo û Serêkaniyê jî Ereb hebûn. Cerablûs û El Babê ku dewleta Tirk berê dagir kiribû jî Ereb zêdetir bûn.

Pêşdaraziyên netewî yên ku di navbera Ereb û Kurdan de beriya şoreşê hebûn û ji aliyê rêjîmê ve hatibû çêkirin hîn jî bi temamî ji holê ranebûne. Kurdên ku duh tune dihatin hesibandin, îro bûne rêberê şorêşê. Gelên ku li hemberî DAÎŞ’ê bûbûn yek, di demekê ku DYA piştgiriya xwe ya taktîkî kişandibû û dewleta Tirk ketibû tevgera dagirkirinê de dikaribûn yekitiya xwe bidomînin? Sibe dema rejîma Esad ji bo hilweşandina şoreşê ket tevgere, wê gelê Ereb bikaribû parastina şoreşê bikira? di nav Erebên xîzan de tekiliyên eşîrî diyarker bûn. Piştî şoreşê jî ev têkilî wisa carekê de nikaribû ji holê rabe. Him dewşeta Tirk him jî rejîma Esad li ser vê nûnertiya eşîrî ji bo îttîfaqê Kurd û Ereb xira bike hewl dida. Dewleta Tirk çeteyên ku ji Ereban komkiribû re artêşek ava kiribû. Bi van çeteyan hêvî dikir ku di encamê dagirkeriyê de îttîfaqê Kurd û Ereb a demokratîk û şoreşger wê belav bibe. Rêveberiya Demokratîk a Xweser a Bakur Rojhilata Suriyeyê û şoreşa wê ji ezmûna xwe ya herî girîng bi serkeftî derbas bû.