Endamê Hêzên Xweparastinê hate veşartin

Endamê Hêzên Xweparastinê Basil Elî El Hemûd ku şehîd bû, li Tebqayê bi merasîmeke leşkerî hate veşartin.

MERASÎMA CENAZE

Cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Basil Elî El Hemûd ê duh (9ˈê Cotmeh 2024) di encama qezayeke trafîkê de li Tebqayê şehîd bûbû bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîdan a li Tebqayê hat veşartin. 

Nûnerên Rêveberiya Xweser, endamên Partiya Sûriyeya Pêşerojê, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, saziyên civak û rêxistinên ciwanan, tevî bi sedan şêniyên kantona Tebqayê beşdarî merasîmê bûn.

Merasîm bi deqeya rêzgirtin û torana leşkerî ya Hêzên Erka Xweparastinê dest pê kir. Piştre ji fermandarên Hêzên Erka Xweparastinê yên Kantona Firatê Heqî Efrîn axivî.

Heqî soza şopandina xeta şehîdan da û got: " Em di qonaxeke nû re derbas dikin, dijminên me pir dibin, lê em lê li hemberî wan bisekinin û bibin mertalên asê yên welat."

Hevserokê Meclisa Rêveber a kantona Tebqayê Ehmed El Omer sersaxî ji malbat û hevalên şehîd re xwest û bi bîr xist ku projeya demokratîk a li herêma hatiye avakirin berhemên keda şehîdan e. El Omer anî ziman ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê heya serketinê berdêlên giran bidin.

Di merasîmê de serokê Meclisa Olî ya Kantona Tebqayê Ebdulmutelib Betran jî got, cihê şehîdan bihuşt e û tu carî namirin.

Piştre wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Cenazeyê şehîd bi dirûşmên "Bi can bi xwîn em bi te re ne ey şehîd" û tilîliyên dayikan hat veşartin.