HRE: Du şervanên me şehîd bûn

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekî nasnameyên 2 şervanên ku di 7 û 9'ê Cotmehê de şehîd bûbûn eşkere kir.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê ragihand ku şervanên wan Xemgîn Heleb û Zindan Efrîn şehîd bûne.

Daxuyaniya HREˈyê bi vî rengî ye:

"Hevrêyên me Xemgîn Heleb û Zindan Efrîn ku di çarçoveya Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê de cihê xwe di nava refên me de digirt, dema li ser erk û wezîfeya xwe bûn, hevrê Xemgîn 7’ê Cotmehê û hevrê Zîndan jî 9’ê Cotmehê li herêma Efrînê tev li karwanê nemiran bûn.

Di destpêka alozî û qeyrana Sûriyeyê de gelên herêmê karî xwe rêxistin bike, li dijî zilm û zordariya serdemê hêza parastinê avakirin li ser van bingehan bi xwîna bi hezaran zarokên vî gelê berxwedêr û serhildêr Şoreşa Rojava hêvî da tevahî mirovahiyê. Şoreşa Rojava di demeke kin de veguherî şoreşa mirovahiyê, bû deryayek ku hemû rengan hildigire nava xwe. Pêkhateyên heremê ên Kurd, Ereb, Suryan, Tirkmen û hwd.. hebûna xwe di vê şoreşê de dît. Di hemû pêvajoyên şoreşê de hemû pêkhateyên me rol û misyona xwe ya şoreşê hilgirtin ser xwe. Keç û xortên egîd ên gelê me di heman eniyê de hatin gel hev û li hember dijmin mil bi mil şer kirin. Ne tenê ji bo avêtina dijmin ji ser axa me, ji bo parastina nirxên şoreşê, ji bo avakirina jiyaneke azad û birûmet jî heman têkoşîn meşandin.

Ji vê deryaya bireng û xemilandî hevrêyê me Xemgîn Heleb ku ji pêkhateya Ereb e û hevrê Zindan ji warê Berxwedana Serdemê yê Efrînê ye, li hemberî dijminên gelan berê xwe da nava refên şoreşê û dest bi têkoşînê kirin.

Hevrêyên me Xemgîn û Zindan bi coş û kelecaneke mezin, bi taybetî Şoreşa Rojava a ku bi lehengên xwe destanên bêhempa afirandin, hêvî û bawerî da mirovahiyê, vê yekê bala hevrêyên me kişand. Hevrêyên me dan ser şopa keç û xortên ku bi xwîna xwe destan di rûpelên dîrokê de nivîsandine. Hevrê Xemgîn û Zindan jî bi jiyan û sekna xwe yên têkoşînê careke din diyar kir ku li hemberî her cure dagirkerî û nokeran tawîz ji berxwedan û serkeftinê re neyê dayîn.

Em wek Hêzên Rizgariya Efrînê careke din jî diyar dikin em ê xeyal û armancên hevrêyên xwe bi serketinê tacîdar bikin. Li ser van esasan di serî de em sersaxiyê ji her du malbatên hevrêyên xwe Xemgîn û Zîndan û ji tevahî gelê xwe yê welatparêz re dixwazin."

Nasnameya Şehîdan bi vî rengî ye:

Nasnav: Xemgîn Heleb
Nav û Paşnav: Xeluf Dahir
Navê Dayikê: Merfet
Navê Bav: Mihemed
Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Efrînê, 7 Cotmeh 2024

Nasnav: Zindan Efrîn
Nav û Paşnav: Hemîd Elo
Navê Dayikê: Nizhet
Navê Bav: Esmet
Cih û Dîroka şehadetê: Herêma Efrînê, 9 Cotmeh 2024”