ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Yên ku bi destê PDK'ê şehîd bûn -VII: Şehîd Hacî
Şehîd Hacî ku li dijî zilma rejîmê tevlî nava refên PKK'ê bû, sala 1995'an ji aliyê PDK'ê ve li Metînayê şehîd hate xistin. Kekê wî Mihemed Ehmed got, "Divê gelê Kurd dest bide hev û li ber hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re rabe." -
YPJ’ê nasnameya 3 şehîdan eşkere kir
Fermandariya Giştî ya YPJ'ê nasnameyên 3 şehîdên xwe yên ku di cih û dîrokên cuda de şehîd bûne, eşkere kir. -
3 hezar û 230 kes ji Lubnanê hatin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
Ji ber dijwarbûna şerê navbera Îsraîl û Hizbûllahê 3 hezar û 218 Sûriyeyî û 12 Lubnanî derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn. Her wiha 7 cenaze anîn herêmê. -
Cenazeyê şehîd Xerîb bi merasîmeke girseyî hat veşartin
Cenazeyê şervanê HRE’yê Diyar Xerîb li Şehîdgeha Şehîd Xebat a Dêrikê hat veşartin. Di merasîmê de peyama ku hesab ji dewleta Tirk a dagirker û hevkaran bê pirsîn hat dayîn. -
Dewleta Tirk li Efrînê 7 kes ji bo fîdyeyê revand
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku li navçeya Mabata ya Efrînê 7 Kurd ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve ji bo fîdyeyê hatin revandin. -
Ji bo şehîdên QSD û Hêzên Ewlekariyê konê sersaxiyê hate vedan
Ji bo Merwan Oso û Mihemed Şemdîn (Cano) ên di êrîşa DAÎŞ'ê de şehîd bûn, konê sersaxiyê hate vedan. -
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo aramî û ewlehiya Dêrazorê kar dike
Dêrazor ku ji DAÎŞ'ê heta bi çeteyên dewleta Tirk, ji rejîma Baasê heta bi çeteyên Îranê di hedefa gelek koman de ye, ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve tê ewlekirin. -
Yên ku bi destê PDK'ê şehîd ketin - VI
Ji pêşengên Malbata Gulo ku di Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de berdêlên giran da Îsa Gulo sala 1992'an di êrîşa dewleta Tirk û PDK'ê de şehîd bû. -
2 şervanên QSD’ê li Minbicê şehîd bûn
Navenda Ragihandinê ya QSD'ê ragihand ku şervanên QSD’ê Ciwan Qasimiyê û Dozvan Kobanê di 25’ê Îlonê de li Minbicê şehîd bûne û soza tolhildanê da. -
Li Şehbayê ciwan li dijî tecrîdê meşiyan
Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan ên kantona Efrîn û Şehbayê meşeke girseyî ji bo banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, li dar xistin. -
Li Hesekê ji bo 4 şehîdan merasîm hate lidarxistin
Ji bo 4 şehîdan merasîma oxirkirinê li Hesekê hate lidarxistin. -
HRE'yê nasnameya şehîdekî eşkere kir
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku şervanê wan Diyar Xerîb di 22’yê Îlona 2024’an de li herêma Efrînê şehîd bûye. -
Rêveberiya Xweser ji bo koçberên vedigerin maseya krîzê ava kir
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo koçberên ji ber êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê vedigerin bi rengekî ewle bêne bicihkirin, maseya krîzê ava kir. -
Yên ku bi destê PDK'ê şehîd bûn -V
Silêman Ehmed ku kurê wî sala 1992'an li gel komek ji hevrêyên xwe di kemîna PDK'ê de şehîd bû, diyar kir ku ti cudahiya PDK'ê û dewleta Tirk ji hev nîne û got, "PKK û gelê Kurd ê bi PKK'ê re dimeşe li ser rêya rast e; mirovên rast in." -
Dewleta Tirk a dagirker li Qamişloyê wesayîtek kir hedef
Balafireke bêmirov û biçek ya dewleta Tirk a dagirker gundewarê di navbera Qamişlo û Hesekê de bombebaran kir û li ser rêya Qamşlo-Amûdê wesayîtek kir hedef. Têkildarî êrîşan agahiyên zelal bi dest neketin. -
Ji bo ciwanên nexweş pêşengeha tabloyan hat vekirin
Koma Orkîd a wênesaziyê ya Qamişloyê pêşangehek vekir û destnîşan kir ku hemû pereyên ji pêşangehê bên qezenckirin wê ji bo ciwanên bi nexweşiya elasîmya, penceşêrê û li zarokên şehîdan were belavkirin. -
Li Dêrazorê şervanekî QSD’ê şehîd bû
Hêzên rejîma Şamê rojhilatê Dêrazorê bombebaran kir. Di encama bombebaanê de şervanekî QSD’ê şehîd bû û şervanek jî birîndar bû. -
Cenazeyê şervanên QSD’ê Mihemed Bozî û Ebdo Îsa li Kobanê hatin veşartin
Cenazeyê şervanên QSD’ê Mihemed Bozî û Ebdo Îsa yên 25`ê Îlonê di berxwedana li hember êrîşên dewlet Tirk a dagirker ên li dijî Kantona Minbicê de şehîd bûbûn, li Goristana Şehîd Dîcle hatin veşartin. -
Li Îdlib û derdora wê sewqiyata leşkerî
Konvoyên leşkerî yên dewleta Tirk a dagirker derbasî baregehên li Îdlib û derdora wê bûn. -
Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya 3 şehîdan eşkere kir
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku di êrîşeke şaneyên çeteyên DAÎŞ'ê de di navbera Hol û Şedadê de, 3 endamên wan şehîd bûn. -
Kongra Star şehîd Sara Tolhildan û Rûken Zelal bi bîr anî
Meclîsa Kongra Star şehîd Sara Tolhildan û Rûken Zelal bi bîr anî û biryardariya ji bo mezinkirina berxwedanê nîşan da. -
Dewleta Tirk zarokek birîndar kir û kesek revand
Dewleta Tirk a dagirker, li Idlibê gule reşand kampekê û zarokek birîndar kir. Her wiha li Efrînê jî kesek revand. -
Yên ku bi destê PDK'ê şehîd ketin: Şehîd Aras -III
Yek ji gerîlayên ku di sala 1992'an de bi hevkariya PDK û dewleta Tirk şehîd bû Şehîd Aras (Loqman Ebdo) bû. Şehîd Aras yekî welê bû ku bi dil û can ji bo gelê xwe dixebitî, ked dida û bi wêrekiya xwe dihate naskirin. -
'Me li Miştenûrê govenda azadiyê gerand'
Gaziyê berxwedana Kobanê Serdar Şêx Ehmed, behsa kêliyên şer û berxwedanê kir û got, “Me li Miştenûrê govenda azadiyê gerand.” -
Yên ku bi destê PDK'ê şehîd bûn -II
Şehît Xemgîn ku sala 1992'an berê xwe da çiyê, di encama kemîna PDK'ê de şehîd bû. Xwişka wî Xecê Adem birayê xwe bi bîr anî û bang li PDK'ê kir: "Eger tu ji vê rêyê venegere gerîla wê xwe biparêze û gelê Kurd jî wê li pişt gerîla bisekine."