Dagirkerî, guherîna demografî û trawmaya civakî kûrtir dike

Binpêkirinên mafên mirovan ên li Serêkaniyê û Girê Spî yên ji aliyê dewleta Tirk ve tên kirin, zêde dibin û 300 hezar kesên ku ji ber dagirkeriya dewleta Tirk neçar mane koç bikin, jiyaneke di nava şert û mercên dijwar de didomînin.

LI ROJAVA SALVEGERA DAGIRKERIYÊ

Bi ser êrîşa dagirkeriyê ya li ser bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Serêkaniyê û Girê Spî de 5 sal derbas bûn.  Dewleta Tirk li gel komên çeteyên paramîlîter ên ku di bin banê Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê de berhevkerî, di 9’ê Cotmeha 2019’an de  bi navê ‘Kaniya Aşitiyê’ bajarên berbehs dagir kirin. Di salvegera Komploya Navneteweyî de li dijî her du bajarên di bin kontrola Hêzên Sûrîyeyê ên Demokratîk (QSD) de êrîş hatin kirin û bi balafirên şer her du bajar hatin bombebarankirin.  Gotinên serokê faşîst ê AKP’ê Erdogan ku digot ‘em ê aramiyê bînin herêmê’ bi demê re veguherîn êş, destdirêjî, êşkence û talanê. 

Bajarên Serêkaniyê û Girê Spî ku bi sed salan e weke jîngehên hevpar ên gelên weke Kurd, Ermen, Tirkmen û Asûr  û baweriyên cuda ne, le gel sînorên ku di destpêka sedsala 20’an de hatin xêzkirin ji navçeyên Kaniya Xezalan û Akçakale yên Rihayê hatin veqetandin.  Gelên her du bajaran ku di navbera navêndên sepandina polîtîkaya Hafiz Esad ya bi navê ‘’Kemera Ereban’’ de diman, li gel destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyeyê ji insafa DAÎŞ û El Nusrayê re hatin hiştin. 

Di beşa ewil a dosyaya xwe de em ê di sala 6’emîn ya dagirkeriyê de li ser kiryarên dagirkeriyê yên li Serêkaniyê û Girê Spî rawestin. 

Operasyonên dagirkeriyê yên ji aliyê dewleta Tirk ve tên kirin, di serî de Peymana Lahey a 1907’an li gorî peymanên navneteweyî weke dagirkerî tên pênasekirin û Dadgeha Cezayî ya Navneteweyî vê yekê weke çalakiyeke êrîşkar û dagirker dibîne.  Koçberkirina bi talankirin û tunekirina mal û milkên şêniyên herêmê û desteserkirina çavkaniyên debarê weke sûcê şer û sûcê li dijî mirovahiyê tên nirxandin û ev kiryarên navborî li navçeyên Serêkaniyê û Girê Spî hê jî ji aliyê dewleta Tirk ve tên domandin. 

Serêkaniyê bajarekî girîng ê Kantona Cizîrê ye. Li hemberî navçeya ku bi navê Waşokanî jî tê zanîn, parçeyeke navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê ye.  Li bajêr Girê Til Xelef jî cih digire ku yek ji jîngehên ewil a mirovahiyê ye.  Li bajêr beriya Cotmeha 2019’an gelên weke Kurd, Ereb, Ermen, Çerkez û Çeçen bi hev re di nava yekîtiyekê de dijiyan. Dewleta Tirk di Cotmeha sala 2019’an de di bin navê ‘’Operasyona Kaniya Aşitiyê’ de bajar bi bombardûman û êrîşên hovane dagir kir. Gelên herêmê jî bi armanca ku xwe ji dagirkeran biparêzin  koç kirin û berê xwe dan derdora bajarê Hesekê, Kampên Waşokanî û Newrozê û bajarên cuda yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. 

180 SIVÎLAN JIYANA XWE JI DEST DAN

Dı vê pêvajoyê de Tirkiye bi ‘’sûcên şer’’ hate rojevê.  Her wiha di rojên şer ên ewil de dewleta Tirk bi balafirên şer  niştecihn sivîl bombebaran kir ku ev yek jî delîla vê yekê ya herî mezin.  Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî da zanîn ku di encama êrîşên li ser Serêkaniyê û Girê Spî de 180 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.  Disa li gorî hin çavkaniyên din ên cuda ji pêvajoya agirbestê heya niha jî 116 sivîlên din jiyana xwe ji dest dane.  Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY) 100 hezar û li gorî hin çavkaniyên din ên cuda jî 300 hezar kes ji cih û warên xwe bûne.  Yên mayîn jî bi darê zorê hatine koçberkirin.  Weke kiryarên li Efrînê rû dayîn, komên Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê ku xanî û kargehên li herêmê talan dike,  sivîlên ku li herêmê mane direwîne û li hemberî kesên rewandine ji malbata wan pereyan dixwazin. 

ÎNFAZ

Dı destpêka êrîşan de  komên selefî yên girêdayî Artêşa Neteweyî ya Sûrîyeyê Hevseroka Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Hevrîn Xelef li ser rêya M4’ê li gel 8 sivîlan înfaz kir.  Kêliyên ku bi dehan caran gule berdane cenazeyê Xelefê hatin tomarkirin û li gelek cihan weke ev yek weke sûcê şer hate pênasekirin.  Her wiha dîsa Çîçek Kobanê ji aliyê  Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê ve hate rewandin û  bi dîmenan hate îspatkirin ku gefan li Kobanê dixwin ku ev yek jî sûcekî şer ê din e.

Yek ji sembola ku erjengiya şerî dide zanîn jî Muhammed Hamid Muhammedê 13 salî ye.  Hemû cîhanê Muhammed bi qîrînên wî yên li Nexweşxaneya Til Temirê nas kir ku Muhammad di encama êrîşa hewayî ya li ser Serêkaniyê de bi awayekî giran birîndar bû û laşê wî hemû şewitî.  Hate destnîşankirin ku laşê Muhammed ji ber bikaranîna fosfora spî şewitiye ku bikaranîna wê qedexe ye.  Wezîrê Parastinê yê DYE’yê Mike Esper di 13’ê Cotmehê de têkildarî sûcên şer axivî û got: ‘’Divê ji sûcên şer ên ji aliyê mixalifan ve tên kirin, Tirkiye weke berpirsiyar were girtin.’’ Her wiha heman sûç hatin kirin. 

TALAN, GUHERTINA DEMOGRAFÎK Û DESTDIRÊJÎ

Li gel vekişîna hêzên QSD’ê her du bajar ketin bin kontrola Tirkiye û komên girêdayî Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê.  Talana ku li Efrînê pêk hatî û hemû cîhanê şahidiya kirî, vê carê jî li Serêkaniyê û Girê Spî pêk hat.  Her di bajar jî kirin weke navçeyeke Rihayê.  Waliyê Rihayê ji bo bajaran qeymeqam tayîn kir û hêzên polîsan ên qaşo hejmara ji hezarî zêdetir in,  hatin avakirin. Jiyana li bajar hate serûbinkirin. Li dibistanan perwerdeya bi zimanê Kurdî hate rakirin, perwerde bi zimanên Tirkî û Erebî hate dayîn û demografiya herêmê hate guhertin.  Malbatên endamên Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê di bin çavdêriya Tirkiyeyê de ji bajarên weke Idlib, Cerablus, Ezaz û Babê derbasî Serêkaniyê û Girê Spî bûn.  Her du bajar parsel parsel ji aliyê komên selefî ve hatin parvekirin. Hejmara destdirêjiya li ser jinan û bûyerên zewicandina bi darê zorê her roj zêdetir bûn.  Jin dubare bi darê zorê bi çerşefên reş hatin nixumandin.  Yên vê yekê qebûl nedikirin jî hatin cezakirin. 

TALANA CEH, GENIM Û ZEYTÛNAN

Êrîşên Tirkiye û komên girêdayî wê yên li ser Serêkaniyê û Girê Spî û yên li Efrînê careke din xwe dubare kirin. Tirkiyeya ku negihayî armanca xwe,  navbeynkarî kir ku komên selefî li Serêkaniyê û Girê Spî talanê bikin.  Tirkiyeya ku veguhastina komên selefî dikir,  dema ku dît nikare petrola li qadê dest bixe berê xwe da genimê li Girê Spî û cehê li Serêkaniyê ku genim û cehê li van bajaran bir Rihayê.  Beriya wê jî li Efrînê talana zeytûnan kiribû. 

TALANA SÎSTEMATÎK

Di rapora Komîsyona Lêpirsîna Sûriyeyê de ku ji aliyê NY’ê ve hatiye avakirin,  di tespîtên xwe yên têkildarî Serêkaniyê de  êşkence, talan û dizî hatin belgekirin. Her wiha di raporê de ev yek jî hatin gotin: ‘’Hêzên Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê di serî de welatiyên Kurd niştecihên bajar  bi gef, zext, êşkence û bi darê zorê ji warên wan dûr xistin.  Gelek mal û milkên wan talan kirin. Mal û milkên  Kurdên ku neçar man ku Serêkaniyê biterikînin ji aliyê çeteyan ve hatin desteserkirin û bi vî awayî vegera welatiyan hate astengkirin.  Di kêliyên operasyonê de jî û piştî operasyonê jî  eşyayên malên ku hatin talankirin, birin deverên cuda û hatin firotin. ‘’

ÊŞKENCE Û DIZÎ

Dı raporê de hate diyarkirin ku piraniya kesên ji aliyê hêzên Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê ve hatine binçavkirin û girtin an jî  êşkence lê hatine kirin, ew kes in ku di paşerojê de têkiliya wan bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re çêbûye û lê hate zêdekirin ku heman kes ji aliyê rayedarên Tirk ve îfadeya wan hatiye girtin.  Komîsyonêdi rapora xwe de cih da tecawizkirin û lêxistina 2 jinên ku di Mijdara 2019’an de li Serêkaniyê ji aliyê komên çete ve hatine rewandin jî. Xaleke din a raporê ew e ku hate ragihandin ku jinên Êzidî yên li Serêkaniyê û Girê Spî hatine binçavkirin di bin çavdêriya rayedarên Tirk de zor li wam hatiye kirin ku derbasî Îslamiyetê bibin.  Di raporê de hate destnîşankirin di navbera Mijdara 2019’an û Tîrmeha 2020’an de li Serêkaniyê û Efrînê 49 jinên Kurd û Êzidî ji aliyê hêzên Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê ve hatine binçavkirin. Û hate ragihandin ku aqûbeta gelek kesên ku ji aliyê Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê ve hatine binçavkirin û ji bo Tirkiyeyê hatine sewqkirin, nayê zanîn.

DESTDIRÊJÎ LI 30 JINAN HATE KIRIN

Dı raporê de ev yek jî hatin gotin: ‘’Rewşa nediyariya pêşeroja jinên Kurd ên li Serêkaniyê û Efrînê berdewam e.  Ji sala 2019’an heya niha çeteyên girêdayî dewleta Tirk bi tirsa ku avakirin re jinên Kurd di malan de heps kirin.  Jin û zarok ji aliyê van hêzan ve tên binçavkirin û bi destdirêjî û tundiya zayendî re rû bi rû dimînin.  Vê rewşê di warên civakî û şexsî de pirsgirêkên giran ên derûnî bi xwe re anî.’’  Di raporê de hate diyarkirin ku bes di meha borî de li dijî 30 jinan destdirêjî hatiye kirin û ev yek hatin gotin: ‘’ Hêzên Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê di serdegirtinên malan de li dijî jinan êrîşên zayendî pêk tînin yan jî tecawizê li wan dikin. Yên ku van yekan dikin bi tu awayî nayên cezakirin. Endamekî Tugaya Sultan Mûrat di meha Kanûna Pêşîn de jinek rewand û bi darê zorê li gel wê jinê zewicî. Piştî mehekê jî dev ji wê jinê berda.’’

VEKIRIN JI ALIYÊ WALÎ VE HATE KIRIN

Di raporê de hate diyarkirin û maleke malbateke Kurd bi darê zorê hatiye desteserkirin û piştre ev mal veguherandine Kursa Quranê û vekirina kursa navborî jî ji aliyê waliyê Rihayê ve hatiye kirin û ev yek hatin gotin: ‘’Vekirina vê Kursa Quranê ji aliyê waliyê Rihayê ve hate kirin. Dîsa Hêzên Çekdarî yên Tirk malên sivîlên gundê Davudiyayê ji bo karên leşkerî bi kar tînin.  Dibin asteng ku niştecihên vî gundî vegerin malên xwe.  Hêzên Çekdarî yên Tirk di mehên Nûsan û Hezîranê de  hin xaniyên li vî gundî xirab kirin û hin jî ji bo karên leşkerî bi kar anîn.’’

Di berdewamiya raporê de hate diyarkirin ku Kurdên ku mal û milkên wan ên li Serêkaniyê bi awayekî tên talankirin,  her çend giliyên xwe li hêzên Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê dikin jî,  bi êşkenceyê tên rewandin û piştî rewandinê jî bo sebestberdanê ji malbatên wan pere tê xwestin.’’

BERPIRSIYARÊ SÛCÊN ŞER TIRKIYE YE

Di berdewamiya raporê de hate gotin: ‘’Tirkiye li van herêmên ku di bin kontrola wê de ye,   berpirsiyar e ku nizam û ewlehiya raya giştî dabîn bike û ji bo jin û zarokan parastina taybet dabîn bike.  Girêdayî vê yekê komîsyon bi bîr dixe ku haya hêzên Tirk heye ku mal û milkên sivîlan hatine talankirin û kesên ku hatine binçavkirin û êşkence lê hatine kirin di bin çavdêriya rayedarên Tirk de bûne. Rayedarên Tirk ên rê li ber  bûyerên bi vî rengî negirtine, berpirsiyariyên dewleta Tirk binpê kirine.’’

HEBÛNA DEWLETA TIRK A LI SERÊKANIYÊ

Di 19’ê Îlona 2024’an de li gel eşîrên Ereb li bi armanca birêxistinbûna li Dêrazorê ya li hemberî QSD’ê civînek hate lidarxistin. Bi vê civînê xwestin êrîşa çeteyan ya li ser Dêrazorê were birêxistinkirin.  Dîsa li gorî agahiyên hatine bidestxistin di 10’ê Cotmeha 2024’an de dewleta Tirk li gel rûspiyên eşîran li Serêkaniyê wê civînekê pêk bîne. 

LI SERÊKANIYÊ REWŞA EWLEHIYÊ

Dı demên dawîn de li Serêkaniyê di navbera çete û dewleta Tirk de nankokiyên mezin yên di asya bêbaweriyê de rû dan.  Li gorî axaftineke çeteyele Feyleq El- Rehman ê li Serêkaniyê  axaftinê telefonan ji aliyê dewleta Tirk ve tên şopandin.  Her wiha anî ziman ku hin çete ji Serêkaniyê reviyane û hinan jî çek berdaye.  Her wiha tê zanîn ku çeteyan bêyî armancekê ji bo parastina xwe çek rakirine û ji bo vê yekê nobedê digirin. Her wiha tê zanîn ku bi taybetî jî kiryarên  çeteyên Sultan Mûrad ên li ser gel ên weke êşkence û qirkirinê  zêde bûne û mal û milkên wan tên talankirin û telefonên wan tên desteserkirin. 

JÎNGEHÊN ÇETEYAN

Taxên weke Mehetaya Bakur, Zor Ava, Hewarîna, Mehetaya Başûr, Ferocan, Herîb, Sînaa, Qehwa, El Zeîm û gundên başûrê Serêkaniyê heya Gundê El- Şekrîyeyê di bin kontrola çeteyên girêdayî Artêşa Îslamê dene. 

HEVDÎTÎNÊN RÛTÎN ÊN MÎT’Ê YÊN BI ÇETEYAN RE 

Ji aliyê MIT’ê ve di 15’ê Tebaxa 2024’an de li Serêkaniyê civînek hate lidarxistin. Navên çeteyên ku beşdarî vê civînê bûne ev in: 

- Fermandarê Leşkerî Samîr Hemdo

-Fermandarê Polîsên Sivîl Mehmûd El- Salih

Sivil Polis Komutanı Mehmud El-Salih

- Fermandarê Koma Çete ya Cêş El- Islamê Hemad El- Xelîl 

Di vê civînê de têkildarî têkildarî çeteyan de agahî hate xwestin.

AMADEKARIYÊN JIMARTINA NIFÛSÊ

Dı 22’yê Tebaxê de Alîkarê Waliyê Rihayê seredana Serêkaniyê kir. Li gel hemû niştecih û mixtarên bajêr civînek li dar xist.  Rojeva civînê jî mijara jimartina nifûsê ya dihat xwestin bû.  Hate zanîn ku wê kesên ku ne li Serêkaniyê dijîn jî werin jimartin.  Hate diyarkirin ku wê jimartina nifûsê di meha Îlonê de werin. Jimartin wê ji aliyê hin pisporên Qeterî were kirin û wê nifûsa Kurd, Ereb û Sûryaniyan were eşkerekirin.

MAMOSTE LI TIRKIYEYÊ PERWERDEYÊ DIGIRIN

Dı 2’yê Îlona 2024’an de 40 mamosteyên li Serêkaniyê ji bo perwerdeya zimanê Tirkî ya 20 rojan derbasî Tirkiyeyê bûn.  Rêveberiya vê koma mamosteyan jî di destê Rêveberiya Giştî ya Perwerdeyê Intîsar Dûdê de ye.  Ev kes ji Serêkaniyê ye. 

28 MAMOSTE JI WEZÎFEYA XWE HATIN DÛRXISTIN

Girêdayî dadgeha sivîlan a girêdayî çeteyênli Serêkaniyê, di 2’yê Tebaxê de 28 mamoste bi hinceta ku beşdarî çalakiyan bûne û li ser medyaya dijîtal derheqê Tirkiyeyê de  hin tişt parve kirine, ji wezîfeya xwe hatin dûrxistin.  Ev biryar bû sedem ku di navbera mamosteyan de nîqaşeke mezin rû bide. 

NAVENDA GIRTÎGEHÊ YA VEŞARTÎ

Aliyên başûr ên Taxa Hewarîna ku meskenê çeteyên DAÎŞ’ê ye qadeke leşkerî ye û gelek endamên çeteyan li vir dimînin.  Ev herên bi taybetî jî ji bo girtîgehên veşartî tê bikaranîn.  Li vê qadê gelek kiryarên derqanûnî yên weke bazirganiya tiryakê, kaçaxçitiya mirovan, êşkence, qirkirin û zulm tên kirin û weke girtîgeheke veşatî tê bikaranîn. Navên çeteyên ku li vê qadê dimînin jî ev in:

-Suleyman Şah
-El Mitesîm 
-Hemzat 
-Ehrar El-Şerqiya

GIRÊ SPÎ

Girê Spî di salên 1920’an de hate avakirin.  Bajarê ku ji gundan pêk dihat, di serdema mêtinkariya Fransayê de kirin bajarok û bi Reqayê ve hate girêdan. Li herêmê êşîrên Kurd ên weke Milan û Berazî lê diman û di sala 1915’an de di kêliyên qirkirina li dijî Ermenî û Sûryaniyan ya bi destê împaratoriya Osmaniyan hatî kirin, gelek kesan berê xwe da Girê Spî.   Hewl dan ku di navbera Kurd û Erebên li Girê Spî bi awayekî aştiyane jiyan, fitne û fesadiyê derxînin.  Ji ber polîtîkayên zextê gelek Kurd neçar man ku ji wê herêmê koç bikin. 

Li gel destpêka şerê navxweyî yê Sûriyeyê komên radîkal ên weke Ceyşul Hur û El Nusra êrîşên xwe birin ser bajêr.  Piştre bajêr dan DAÎŞ’ê.  Deriyê Sînor ê Akçakaleyê jî ku li ser sînorê BAKURÊ Kurdıstanê ê Girê Spî ye, bû cihê derbasbûna alikariyên dewleta Tirk ên ji bo DAÎŞ’ê û şandina petrola Rojava ya ji bo Tirkiyeyê. 

Di 26’ê Kanûna Paşîn 2015’an de li gel rizgarkirina Kobanê û banga gelê herêmê hêzên YPG û YPJ’ê ji bo ku Girê Spî azad bikin dest bi operasyonê kirin.  Di 15’ê Hezîrana 2015’an de bajar ji çeteyên DAÎŞ’ê hate rizgarkirin û di 22’yê Cotmeha 2015’an de li bajêr Xweseriya Demokratîk hate îlankirin û rêveberiya bejêr ji gel re hate dewrkirin. Dewleta Tirk di 9’ê Cotmeha 2019’an de li dijî bajêr bi navê ‘’Kaniya Aşititê’’ operasyona dagirkeriyê da destpêkirin û Girê Spî dagir kir.  Bajarê ku ev 4 sal in di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ye bi kiryarên çeteyan ên weke êşkence, qirkirin, dizî, destdirêjî û talanê tê rojevê. 

BÛYERÊN REVANDINÊ

Komeleya Ta’azur di destpêka sala 2024’an de  da zanîn ku li Efrîn û Serêkaniyê 8 jê zarokk, 21 jê kesên nexweş û 21 jê jin bi tevahî 338 hatine girtin. 

231 mexdûr hê jî li girtîgehên ‘Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê’ yên li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî tên rehîngirtin û hê jî ji van 231 welatiyan agahî nayê wergirtin.  Tevî ku 107 kes hatin berdan jî gelek kes neçar man ku pereyan bidin endam û rêveberên ‘Artêşa Neteweyî’ ku wan serbest berdin. 

XANÎ HATIN TALANKIRIN Û DESTESERKIRIN

Dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê berpirsiyariyên hiqûqa mirovahiyê ya navneteweyî binpê kir û li herêmên dagirkirî mal û milkên sivîlan îmha kir.  Ev jîli dijî Peymana Cenevreyê ya Çaremîn a 1949’an e.  Her wiha bi armanca ku sivîlan koçeber bikin, mal û milkên wan talan û desteser kirin. 

Rewşa li Girê Spî û Serêkaniyê ku bi ‘’Operasyona Kaniya Aştiyê’’ hatin dagirkirin, gelekî xirab e û tê dîtin ku êrîşên li dijî gelê Kurd zêde bûne û hewl tê dayîn ku li gel neteweyên din nakokî û pevçûn werin derxistin. Li gorî axaftina hin Kurdên ku hatine van bajaran jî ji ber Kurdbûna wan  mal û milkên wan tên desteserkirin û bi taybetî jî kesên ku piştevaniya Rêveberiya Xweser dikin jî bi kiryarên cuda re rû bi rû dimînin.