ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewleta Tirk protesto kirin
Li gelek navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên ji 23’ê Cotmehê ve berdewam dikin bi çalakiyan hatin protestokirin. -
Êrîşên dagirkeriyê li Dêrik û Amûdê hatin şermezarkirin
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku 23'ê Cotmehê destpê kirin, li bajarên Dêrik û Amûdê bi çalakiyên girseyî hatin şermezarkirin. -
Ji QSD'ê çalakiyên bersivdayinê: 3 wesayitên leşkerî hatin îmhakirin
QSD'ê ragihand ku li Til Temir û Eyn îsayê di çalakiyan de 8 dagirker birîndar bûne û 3 wesayitên leşkerî hatine îmhakirin. -
Ji ber êrîşên dewleta Tirk bi dehan binesaziya sivîl ji xizmetê derket
Di encama pêla nû ya êrîşên dewleta Tirk a dagirker de ku di 23'yê Cotmehê de li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat destpêkirin, gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan binesaziya sivîlan ji xizmetê derket. -
Rêveberiya Xweser: Êrîşên dewleta Tirk gefê li 5 milyon mirovî dixwe
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên ji 23'ê Cotmehê û vir ve dewam dikin, gefê li jiyana 5 milyon mirovî dixwe. -
Li Til Rifetê bombardûman dewam dike
Bombardûmana dewleta Tirk a dagirker a li ser Til Rifetê dewam dike. -
Ji HRE'yê çalakiyên bersivdayinê: 5 çete hatin kuştin
HRE'yê ragihand ku li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên van rojên dawî yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakî kirine û di encamê de 5 çeteyên dewleta Tirk hatine kuştin, 11 leşker û 3 çete jî birîndar bûne. -
‘Em ê bi paradîgmaya Rêber Apo van êrîşan têk bibin’
Şêniyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û tekez kirin ku ew ê bi paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan van êrîşan têk bibin û azadiya xwe bi dest bixin. -
Penaberên ji Lubnanê bang li saziyên navneteweyî kirin
Penaberên ku ji Lubnanê berê xwe dan Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, diyar kirin ku Rêveberiya Xweser bi her awayî alîkarî bi wan re kiriye, lê belê divê saziyên navneteweyî jî bi erk û berpirsyariya xwe rabin. -
Li Minbicê bersiv hate dayin: 7 dagirker hatin kuştin
Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û Hêzên Eniya El Ekrad li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker çalakiyeke bersivdanê lidar xistin. Hate ragihandin ku di encamê de 7 leşkerên Tirk hatin kuştin. -
Hêzên Ewlekariya Hundirîn bîlançoya êrişên îro eşkere kir: 11 welatî birîndar bûn
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku dewleta Tirk a dagirker îro 9 caran bi balafirên bêmirov û zêdetirî 130 guleyên hawan û obîsan Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef girtiye û 11 kes birîndar bûne. -
Rêveberiya Xweser: Divê li dijî êrîşan helwesteke xurt û berpirsyar bê girtin
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker sivîlan hedef dike û got, “Divê li dijî êrîşan helwesteke xurt û berpirsyar bê girtin. Wê vîna gel bi ser bikeve.” -
Li Minbic û Reqayê banga rawestandina êrîşên dagirkeriyê hate kirin
Şêniyên kantona Minbicê, Meclisa Jinan a Giştî ya Partiya Sûriye Pêşerojê û Nivîsgeha Zarokan a Desteya Jinan a Meclisa Rêveber a kantona Reqayê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin. -
Êrîşên dagirkeriyê: Dewleta Tirk bombe li malên gel dibarîne
Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin. Di êrîşan de malên gel tên hedefgirtin. -
Fermandarê QSD: Em ê bersiva xurtir bidin
Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk û got, “Heke êrîş dewam bikin, em ê bersiva xwe xurtir bikin." -
Şêniyên Kobanê: Em ê li hemberî êrîşên dagirkeriyê xwedî helwest bin
Şêniyên Kobanê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û gotin, “Divê gel ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo her li ser piyan bin, têbikoşin û li hember hemû êrîşên dewleta Tirk a dagirker xwedî helwest bin." -
Cenazeyê gundiyê ji aliyê dewleta Tirk ve hatî qetilkirin, hate veşartin
Cenazeyê Mihemed Mihemed ê di êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser bajarê Til Rifetê de şehîd bû, hate veşartin. -
Êrîşên dagirkeriyê didomin: Gelek birîndar hene
Di êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de gelek kes birîndar bûn. -
Kongra Star: Em ê li dijî êrîşên dewleta Tirk têkoşînê mezin bikin
Meclîsa Kongra Star diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker rê li ber krîza mirovahiyê vedike û destnîşan kir ku ew ê li dijî êrîşan têkoşînê mezin bikin. -
Artêşa Tirk a dagirker li Amûdê bombe li 3 nuqteyan barand
Hat ragihandin ku dewleta Tirk a dagirker li bejahiya Amdûê bombe li 3 nuqteyan barandiye. -
Li Şêrawa 2 dronên bombebarkirî hatin xistin
Li bajarokê Şêrawa ya Efrînê, 2 dronên bombebarkirî yên çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin xistin. -
Ji QSD’ê çalakiyên bersivdayînê: 4 leşkerên Tirk bi giranî birîndar bûn
QSD’ê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk çalakiya bersivdayînê lidar xist. Di çalakiyan de 4 leşkerên Tirk bi giranî birîndar bûn, panzerek hate îmhakirin. -
Dagirker 3 roj in êrîş dikin: Sûcê şer tê kirin
Êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Artêşa Tirk a dagirker qadên sivîl jî bombebaran dike û sûcê şer dike. -
Dewleta Tirk bombe li Til Rifet û Til Qirahê barand
Dewleta Tirk a dagirker di van kêliyan de bajarokê Til Rifet û gundê Til Qirah a kantona Şehba bi obîsan topbaran dike. -
‘Em piştgiriyê bidin hêzên xwe yên parastinê’
Şêniyên Cizîrê bertek nîşanî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan û gotin: “Êrîşên nemerdane wê ti carî nikarebe vîna me bişkîne. Em ê bi ramanên Rêber Apo têkoşînê geş bikin û piştgiriya hêzên xwe yên parastinê bikin.”