Cenazeyê şehîd Xemgîn Heleb hat veşartin

Cenazeyê şervanê HRE’yê Xemgîn Heleb (Xelef El Dahir) ê di êrîşa 7’ê Cotmehê ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû, bi merasîmekê li Helebê hat veşartin.

Cenazeyê şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) şehîd Xemgîn Heleb (Xelef El Dahir) bi tevlîbûna şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Helebê û şervanên Yekîneyên Parasatina Gel (YPG) û Yekîneyên Parasatina Jin (YPJ) hat veşartin. Şehîd Xemgîn di 7'ê vê Cotmehê de di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû.

Karwanê şêniyan ji pêşiya nexweşxaneya şehîd Xalid Fecir a rojavayê taxa Şêxmeqsûd ber bi goristana şehîdên Berxwedana Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya li herêma Şiqeyêf ve, bi rê ket.

Li wir şervanên YPG û YPJ'ê merasîmekî leşkerî pêşkêş kir.

Piştre endamê Meclisa Leşkerî ya Helebê Zagros Heleb diyar kir ku pergalên zordest hewl didin di nava pêkhateyên Sûriyeyê de cudahiyê çêbikin û got: "Lê belê projeya Rêber Abdullah Ocalan hemû pêkhate di nav xwe de bi hezkirin û wekhevî hewandin."

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Ayşe Hiso jî di merasîmê de axivî û wiha got: "Rêbertî bi fikrên xwe hemû pêkhate kirin yek. Nîşana vê yekê jî şehadeta şehîd Xemgîn ê ji qebîleya Şumer a pêkhateya Ereb e. Şehîd Xemgîn bi şehadeta xwe derbeyek li siyasetên pergalên zordest ên ku hewl didin gelan ji hev dûr bixin, da."

Pismamê şehîd Xemgîn, Îbrahîm El Şumerî got: "Têkoşîna me ji şehîd Ezîz Ereb dest pê kir û gihîşt Xelûf Mihemed û em ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan wê têkoşînê bidomînin."

Piştre rêvebera Meclisa Malbatên Şehîdan Ewaş Çawîş wesîqeya şehadetê ya şehîd Xemgîn xwend û radestî malbata şehîd kir.

Cenazeyê şehîd bi tilîliyên dayikan hat veşartin. Çaverê ye ku sibe merasîma sersaxiyê ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve li qada 7 şehîdan a rojhilatê taxa Şêxmeqsûdê saet di 11:00'an de were lidarxistin û partî, sazî, komîn, meclis û hêzên leşkerî wê beşdar bibin.