Li Reqayê çete di mirin, şervan pêş ve diçin

Çete li ser hev li rojhilat û rojavayê Reqayê derbên giran dixwin. Şervan bi pêş ve diçin.

Li taxên rojhilat û rojavayê yên Reqayê ji 22‘ê Hizêranê heta niha şerekî dijwar didome. Çeteyên DAIŞ‘ê hewl dan bi wesayîtên bombebarkirî û xwekujiyan êrîşî taxên El-Berîd û Romaniyê yên rizgarkirî bikin.

Şervanên Hêzên Sûriyeye Demokratîk (QSD) 2 wesayîtên bombebarkirî ku hewl dan êrîşê nuqteyên hêzên wan ên li Taxa El-Berîd bikin, teqandine. Her wiha 3 komên çete, her komeke ji 4 heta 6 endaman pêk dihat ,hatin kuştin û panzêrek jî hate rûxandin.

Li eniya taxên El-Qadîsiya û Yermûk ji 22 û 23‘ê Hizêranê ve pêşveçûnên Hêzên Sûriyeye Demokratîk (QSD) didomin. Şervanên QSD‘ê derbeyên giran li çeteyên DAIŞ‘ê xistin û 3 wesayîtên wan ên bombebarkirî li Taxa El-Qadîsiya ya rojava teqadin û bi dehan çete kuştin.

ÇETE DERB DIXWIN, PÊŞIYA PÊŞVEÇÛNAN NIKARIN BIGIRIN

Şervanên Hêzên Sûriyeye Demokratîk (QSD) di 24‘ê Hizêranê de pêşveûnên xwe yên li Taxa El-Qadîsiyê domandin. Di encama şerê li vê taxê de, şervanên QSD‘ê 2 wesayîtên bombebarkirî dema hewl dan bi aliyê nuqteyên şervanan ve pêş ve biçe, teqandin. Her wiha 3 komên çeteyan, di her komekê de 5 çeteyan hebûn jî hatin kuştin.

Di 25‘ê Hizêranê de, li Taxa El-Qadîsiyê , di navbera Hêzên Sûriyeye Demokratîk (QSD) û çeteyên DAIŞ‘ê de şerê dijwar derket. Çeteyên DAIŞ‘ê bi çekên giran êrîşî nuqteyên şervanên QSD‘ê kirin, şervanan ji aliyê xwe ve bersiv êrîşan da û piraniya êrîşkarên çeteyan hatin kuştin.

Di şerê ku ji 22‘ê Hizêranê ve destpê kir û heta niha dewam dike de, çeteyan wekî komên biçûk êrîş nuqteyên şervanên QSD‘ê kirin. Di êrîşên xwe de çeteyan fuzên germê, topên hawan, wesayîtên bombebarkirî û êrîşên xwekujî bikar anîn.

QSD`ê êvara 25‘ê Hizêranê, Taxa El-Qadîsiyê ya aliyê rojava yê Reqayê, rizgar kirin.