Li Reqayê du cejn bi hev re tên pîrozkirin

Bi Pêngava Xezeba Firatê re, ku QSD'ê di Mijdara 2016'an de dest pê kir, Reqa gav bi gav tê rizgarkirin. Ev yek, cejnên rasteqîn li Reqayê vedigerîne.

Li gelek deverên cîhanê, bi mîlyona Misilman îro Cejna Remezanê pîroz dikin. Li herêmên rizgarkirî yên Reqayê jî, du cejn bi hev re tên pîrozkirin. Tevî Cejna Remezanê, welatiyên Reqayê azadiya ax, mal, îrade, bawerî û jiyana xwe pîroz dikin.

Bajarê Reqa yê Sûriyeyê, ji sala 2013'an û vir ve di nava hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê de bû. Çeteyên DAIŞ'ê, bi her awayî hovîtî li gelên li bajêr dikirin û cejn li wan dikirin jehr. Piştî operasyonên QSD'ê yên li dijî DAIŞ'ê, gel cara yekê ye bi awayekî azad cejna xwe pîroz dike.

Bi Pêngava Xezeba Firatê re, ku QSD'ê di Mijdara 2016'an de dest pê kir, Reqa gav bi gav tê rizgarkirin. Ev yek, cejnên rasteqîn li Reqayê vedigerîne. Di nava vê demê de, bi qasî 150 hezar sivîlên ji Reqayê ji aliyê şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve ji zilma DAIŞ'ê hatin rizgarkirin û li herêmên ewle hatin bicihkirin. Beşek ji van sivîlan jî, li gundên xwe yên di çarçoveya pêngavê de hatin rizgarkirin, vegeriyan.

Pêngava dawî ya ku wê Reqayê ji tirs û xofa çeteyan bi temamî rizgar bike, di roja 20. de ye.

Bala welatiyên Reqayê li ser bajarê xwe ye, ku bi temamî were rizgarkirin. Şervanên QSD'ê danê vê sibehê bi wesîleya cejnê serdana wan kirin. Welatiyên Reqayê ji vê serdana şervanan gelekî kêfxweş bûn, ku ji kêfa hinekan rondik barandin.

Şêniyên Reqayê, li konên lê ne şervanên QSD'ê vehewandin û şekirê cejnê dan wan. Di dema serdanê de, jin û zarokên ku rûyê herî qirêj ê hovîtiya DAIŞ'ê dîtin, li dora şervanan bûn.

Şervanan û şêniyên Reqayê soz dan hev, ku di cejneke din de ew ê li Reqa ya azad hev bibînin û cejna hev pîroz bikin. Şervanên QSD'ê bi wesîleya cejnê li nava gundan digerin û cejna welatiyan pîroz dikin.