Şervana YPJ'ê ya Swêdî Roza: Dixwazim kêfxweşiya azadiyê bijîm

Roza ciwaneke Swêdî ye, ku 22 salî ye. Ev 2 sal in tevî hevalên xwe yên YPJ'yî ji bo rizgarkirina herêmê li refên herî pêş şer dike.

Roza ciwaneke Swêdî ye, ku 22 salî ye. Ev 2 sal in tevî hevalên xwe yên YPJ'yî tevlî gelek operasyonan bûye û ji bo rizgarkirina herêmê li refên herî pêş şer dike. Roza bi rûyê xwe yê li ken û dilnizmiya xwe tê naskirin. Hevalên wê yên YPJ'yî jê re dibêjin 'kulîlka Swêdê ya li eniyê'.

Çend sal berê dibistana lîseyê qedand û li dikana malbata xwe ya dest bi kar û jiyaneke ji rêzê dike. Bi rêya medyayê rewşa li Rojhilata Navîn dişopîne. Xwe weke parçeyekî xwezayî yê Şoreşa Rojava û têkoşîna Kurdan a li dijî DAIŞ'ê dibîne. Roj bi roj bêhtir lêkolîn dike û vê yekê dipejirîne. Ji xwe hestên wê yên piştevanî û alîkariyê gelekî xurt in. Ev hemû dibin sedem ku biryareke nû bide. Berî ku tevlî nava refên YPJ'ê bibe fêhm kiribû, ku cihê karibe alîkariyê bide hemû jinên li cîhanê û mirovahiyê, cihê ku karibe lê tevkariya şoreşê bike, YPJ ye. Destnîşan dike, ku demeke kin beriya tevlî bibe, ev fikir ketibû hişê wê. Di 20 saliya xwe de dest ji malbata xwe û kargeha xwe berdide û tê Rojava.

JI ŞEDADÊ HETA MINBICÊ

Digihêje kêliyên dawî yên berxwedana Kobanê. Di pêngavên Şedadê û Minbicê de ji destpêkê ve cih digire. Bi taybetî, di operasyona Minbicê de heta dawiyê şer dike. Hema hema li her herêma Rojava, li her eniyê, li her qadên hatine rizgarkirin cih digire.

YPJ JI BO MIN GELEKÎ BI WATE YE

Jiyana ji rêzê ya li Ewropayê bibîr dixîne û qala watedariya YPJ'ê ya ji bo xwe dike: "Jinên ciwan ên tevlî nava YPJ'ê dibin bi azadiya xwe dihesin, ji sîstema heyî qut dibin û dibin kesayetek. Dibin xwedî bîrdoziya jinê û nêrîneke li jiyanê. Ev yek bi rengekî xweş, dewam dike. Li Rojhilata Navîn jî têkoşîna jinê mezin dibe û jin azad dibin. Jin her wiha li dijî hêzeke barbar a mîna DAIŞ'ê li refên herî pêş şer dikin. Hebûna min li vê derê, li eniya Reqayê ji bo min nebe nabe. Ez dixwazin serketinê û kêfxweşiya azadiyê bijîm."

MALBATA WÊ JÎ PÊ SERBILIND E

Pirsgirêkek malbata Roza nîne. Dibêje ku wê malbata xwe jî qanih kiriye. Roza diyar dike, ku malbata wê têkoşîna jinê ya li Kurdistanê baştir nas dikin û niha ji derdora xwe re jî qala vê têkoşînê dike. Roza dibêje, "Bêguman gelekî ditirsin ku li vê derê birîndar bibim, ya jî şehîd bibim. Lê bi heman rengî bi min serbilind in."

WÊ LI ROJAVA BIMÎNE Û BIXEBITE

Di plansaziya Roza de ji bo siberojê jî Rojava heye. Dixwaze li Rojava bimîne, lê bi cih bibe û xizmetê ji gelê li vir re bike. Bi taybetî dixwaze ji pêşketina zarok û ciwanan, ji perwerdeya wan re bibe alîkar. Her wiha yek ji xeyalên wê yên mezin jî ew e, li nexweşxaneyê bixebite.

JÊDER: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA